Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Salih Muslim

”Kobanî nasnameya têkoşîna kurd e”

Hat weşandin måndag 1 december 2014 kl 17.11
"Amerîka û Ingîltere êdî me resmî nas dikin."
(11 min)
PYD, Salih Muslim, Kobane, Rojava, Isis. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Çapemeniya Swêdê baldariyeke mezin nîşanî serdana Salih Muslim kir. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

”Bi şerê Kobanî re Ewrûpa hem têkoşîna kurd baştir nas kir hem jî nas kir ku rêxistinên mîna Daişê ji bo wan çiqas talûke ne.” Ev gotinên serokê PYD Salih Muslim in.

Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya li rojavayê Kurdistanê Salih Muslim ji bo serdanekê hatibû Swêdê û hin hevdîtin hem bi siyasetmedar hem jî bi çapemeniyê re kirin. 

Di hevpeyvîneke bi pişka kurdî ya Radyoya Swêdê re Muslim dibêje di nêzîkbûna Ewrûpa de guhertineke erênî heye.

  • Baldariya çapemeniya cîhanê çi tesîrê li têkiliyên dîplomasiyê dike?
  • Têkiliyên bi Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî re di çi astê de ne?
  • Peyama Salih Muslim ji revena kurd re çî ye?

Serok û nûnerên kurdan car caran têne Swêdê. Salih Muslim jî berya niha hatiye, lê vê carê baldariya ji aliyê çapemeniya Swêdê ve mezin bû. Roja înê li Komeleya Konseya Kurd ya Stockholmê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin. Televîzyon, radyo û rojnameyên mezin yên li Swêdê gişt li civîna çapemeniyê hazir bûn û hevpeyvînên  rasterast bi Muslim re kirin. Yek ji wan kesên ku di civînê de amade bû rojnamevanê Dagens Nyheterê Erik Ohlsson bû. Li gor Ohlsson sebebê baldariya zêde şerê li Kobanî ye.

– Kobanî bûye nûçeya sereke ya çapemeniya cîhanê. Em bi xwe ferq dikin ku xwendevanên me jî baldariyeke mezin nîşanî şerê li Kobanî didin. Xwezî ev întrese bêyî trajediyekê jî çêbûbaya, lê mixabin dinya wiha ye.

Birêvebirê civîna çapemeniya li Stockholmê rojnamevanê kohne Kurdo Baksî bû. Baksî dibêje li Swêdê kêm caran bayê germ ewqasî li lehê kurdan hatiye û ev dikare encamên mezin yên erênî bi xwe re bîne.

Erik Ohlsson bi xwe ji bo şopandina pêşveçûnan ev çend carin çûye Kurdistanê û bi dehan gotarên wî li ser pêşveçûnên wira hatine weşandin. Herî dawî berya sê heftiyan ew li aliyê serxetê yê Kobanî, li Pirsûsê bû. Ohlsson dibêje niha bi têkiliyên ku wî li wira danîne re ew rewşê dişopîne, lê ew difikirin dîsa herine herêmê.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".