Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aborîzan: Krîza hukumetê tesîrê li aboriya Swêdê nake.

Hat weşandin onsdag 3 december 2014 kl 10.09
Annika Winsth berpirsiyara aborî ya Nordea li Swêd. Wêne: Patrik Lundin/TT.
Annika Winsth berpirsiyara aborî ya Nordea li Swêd. Wêne: Patrik Lundin/TT.

Krîza hukumeta Swêd a ji ber butçeyê zêde tesîrek xerab li aboriya Swêd nake, vê yekê  berpirsiyara abori ya bankaya Nordea Annika Winsth dibêje.

Ew dibêje ev yek ji ber wêye ku butçeya hukumetê û ya alternatîv a aliansê pir ji hev cûda nînin. Lê ew bawer dike ku belkî hinek sermayedarên biyanî niha newiribin li Swêd û Skandînavya yê tîcaretê bikin.

Li gor wê nîşanên ku hene nebaş in û ev yek dikare tesîrek negatîv li sermayedarên ku ji me durin bike ji ber ku rewşek ne ewle heye. Lê ji aliyê rewşa aborî ve ew nabîne ku wê guherinek pir dramatîk encam bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".