Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bûrjûwa doza hevkarîyê ji sorekeskan dikin

Hat weşandin tisdag 9 december 2014 kl 15.44

Her çar serokên bûrjuwa dixwazin ew grûpa ji partîyên sîyasî ku herî zêde piştgirîya wan li parlamentoyê heye karibe weke hikûmeteke hindikayî sîyaseta xwe ya aborîyê bide qebûlkirin.

Serokên partîyên rastgir îro di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter de dinivîsînin ku ew dixwazin bi partîyên sorekesk re li hev werin.

A yekem di warê çêkirina qaîdeyên zelaltir yên ji bo hilbijartina serokwezîr de.

Wekî din jî ew her çar serok dixwazin ew grûpa ji partîyên sîyasî ku herî zêde piştgirîya wan li parlamentoyê heye karibe weke hikûmeteke hindikayî sîyaseta xwe ya aborîyê bide qebûlkirin.

Serokên hevpeymanîya partîyên bûrjûwa hêvî dikin bi hikûmeta ser kar re berya hilbijartinên

nû yên meha adarê li hev werin.

Her çar serok dibêjin ew dikarin van guhertinên di destûra parlamentoyê de yan bi rêya çêkirina qanûnên nû yan jî bi rêya peymanek navbera partîyan de pêk bînin.

Serokên hevgirtina bûrjûwa dibêjin gerek e partîyên sorekesk berya hilbijartina nû ya 22ê adarê qerara xwe bidin û ew ji bo hêsankirina rêvebirina Swêdê destê hevkarîyê dirêjî wan dikin.

Serokên hevgirtina bûrjûwa di rojnama Dagens Nyheterê de hikûmeta sosyaldemokrat û Partîya kesk rexne dikin ku wan tu caran xwe nedane ber hevkarîyeke rastiqîne bi partîyên bûrjuwa re û ji ber vê yekê ew mesûlê vê rewşa aloz in ku niha rû daye.

Her çar partîyên bûrjûwa hazir in – ji bo ku partîya li dijî bîyanîyan Demokratên Swêdê nebe hêza mêzînê – ji bo hevkarîyeke li parlamentoyê bi axivin.

Lê ew ne  bawer in hikûmeteke bi koalîsyoneke fereh karibe serkeftî bimeşe.

Yanî hikûmetek ji partîyên çep û rastê mimkûn nabînin. Bi ya wan ferqa navbera bereya rast û çepê ewqas mezin e ku koalîsyonek hikûmetî ne di cîh de ye.

Li wan welatên koalîsyonên mezin lê hatine sazkirin ji partîyên tundetûj re meydan hatîye vekirin ku bêtir xurt bibin.

Lê wezîra karê derve Margot Wallström dikare bifikire ku ew û partîya kesk bi hev re bi partîyên rastgir re hikûmet saz bikin.

Margot Wallström di hevpeyvînekê de di rojanama Expressenê de banga hevkarîyê li seroka partîya navendê Annie Lööf û yê partîya gel Jan Björklund dike û dibêje meşandina sîyaseta bereyî tu xêrek ji bo Swêdê bi xwe re nayne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".