Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs li ser bidestgirtina agahiyên şexsî tên rexne kirin

Hat weşandin fredag 12 december 2014 kl 14.02
Wêne: flickr.com
wêne: flickr.com

Polisên li Västra Götaland û Östragötalandê agahiyên seşxî yên wek koka etnîkî, fikrên siyasî, baweriya olî û tenduristî bi awayekî ne yasayî girtine dest, vê yekê Komîsyona Parastin Ewlehî û Parastina Mafê Entegrîteya şexsî, SIN, Säkerhets- och integritetsskyddsnämnden pistî lêkolîneke eşkere dike.

Daîreyên fermî hinek qanûnên  din yên ji bo polîsan jî binpêkirine.

”Awayê karikirina daîreya fermî ya polîsan a xebata berhevkirina agahiyan tê wateya ku polîs li gor qanûnên ji bo polîsan heye bi cih neanîne” ev yek li gor seroka  yekê Komîsyona Parastin Ewlehî û Parastina Mafê Entegrîteya şexsî Sigurd Neuman.

Derbarê belgeyeke ji polîsên Västragötalandê de gilî tê kirin. Polîsan agahiyên di vê belgeyê de tenê ji bo kesekî ola xwe guhertiye ser îslamê girtine dest. Ev yek bi serê xwe xeletiyek cidîye ku dikare bibe tawan.

Niha di derbarên belgeyên din de li cem polîsên Västra Götalandê pêşlêkolînek tê kirin.

Polîsan bi xwe gilî li qeydek agahiyên derbarê şexsan de yê bi qasî 180 kesî kir. Di vê lîsteyê de nav, rojên ji adyikbûnê û navnşâna kesên li ciyên cûda yên welêt  dersînorkirina penaberan protesto kirine heye. Sigurd Heuman dibêje ku wê di pêşerojê de zêdetir lêkolînan bikin.

-Komîsyonê gotiye ku emê helbet vê lêkolînê berdewam bikin. Eger mirov ewqas xeletiyan li cem ewqas daîreyên polisan dibîne wê demê mirov dikeve şika ku ev yek divê li gelek ciyên din jî hebe të kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".