Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Paketên Noelê ji bo zarokên feqîr

Hat weşandin fredag 12 december 2014 kl 15.28
"Comerdî bi Noelê re xurt dibe"
(4:46 min)
Olgica
1 av 2
Josefin li taxa Farsta Centrum paketên hîbekirî berhev dike. Wêne: Olgica Lindquist.
zinat
2 av 2
Paketên dîyarîyan ku dê birêkin ji zarokên xizan re. Wêne: Zinat Hashemi.

Bi armanca alîkarîya zarokên feqîr vê cejna Noelê gelek kampanyayê nûjen li dar dikevin.

Di şûna pare de mirov dikare hedîye û dîyarîyên xwe paket bike û bi rêya rêxistineke însanî ji zarokek xizan re bişîne.

Yek ji wan kampanyayan, Farsta-klappen, ji xwe re kirîye hedef ku tu zarokek li başûrê Stockholmê di vê Noelê de bê dîyarî nemîne.

Kampanya Farsta-klappen li semta Farstayê li başûrê Stockholmê  li dar dikeve. Mirov dikare dîyarîyek bikire û bi rêya rêxistina Giving people bişîne ji zarokek re. Helene Andersson ji beşa bazarê ya Farsta Centrumê navê wan zarokên ji malbatên xizan dixwîne ku daxwaza dîyarîyek kirine. Lê hîn navan nikare bixwîne ji ber ku wan zarokan nexwestine navên xwe bêjin. Di şûna wê de dibê keçik/kûrik/kûrik/keçik.

Helena dibêje hîn ji daxwazên zarokan ji wan malên parastina jinan tê, lê gelek ji wan ji zarokên dayîkên bi tenê. Dema yek dîyarî dikire û paket dike, ew SMS dişînin ji dayîkê re ku dikare were paketa dîyarîyê hilde.

Comerdîya swêdîyan her sal xurttir dibe. Sala dawîyê nêzî 17 mîlyar kron  bi rêya rêxistinên însanî hat berhevkirin. Nêzî 6 mîlyar ji vana ji takekesan dihat. Û yek ji her çar kronan berya cejna Noelê tê berhevkirin. Û modaya vê salê, weke me got, di şûna pareyan de paketên dîyarîyê ne.

Astrid yek ji wan dilxwazên li Farsta Centrum e ku alîkarîya berhevkirinê dike û dibêje niha arebeyeke zarokan û hirç-lîstokek hat dîyarîkirin. Û dibêje ewê vana bişînin ji keçikek sê salî ya navê wê Saga ye. Ji dayîka wê re SMS-ek yekser tê rêkirin ku dikare were hedîya Sagayê hilde.

Li Swêdê hîna jî gelek zarok di nav xizanî û tunebûnê de dijîn. Û piştî cejna noelê dema zarok vedigirin dibistanê ew behsa wan dîyarîyên wergirtine dikin û ev zarok heger bêyî dîyarî bimînin wê demê dilşikestî dibin.

Ji ber vê yekê zarokên Maritayê André û Mateo jî li gel dawîyaka xwe hatine ji bo ku lîstoka pusselê bişînin ji zarokek re.

Û di lîsteya zarokên dîyarîyek daxwazkirine de Mateo navê lawikek dibîne ku dişibe yê wî: Teo! Ew naxwaze Tomte nav hilbijêre û qerarê dide ku hedîya wî biçe ji Teo re.

Lê lîstoka din ya pusselê dê biçe ji kê re, wê biryarê André bi Tomte re bi hev re dane.

Û paket li odeyek bi cîh dikin. Li wir nêzî 1 000 paket civîyan e. Gelek jî ji niha ve hatine belav kirin. Rêxistina însanî Giving people wisa hesab kirîye ku li başûrê Stockholmê pêdivîya bi hezaran zarokên xizan bi dîyarîyan heye. Û yên hetanî niha hatine berhevkirin têrê nake û pêwîst e hîn bêtir kes pake hedîye bikin. Herêma Farstayê gelekî mezin e û ta ku Farsta Centrum bi xwe jî dîyarî hîbe dike.

Ew paketên naçin ji dê û bavan yan jî zarokan re Giving People dişîne ji rêxistinên din yên însanî û malên parastina jinan û dayîkên bi tenê…

Olgica Lindquist
Zinat Hashemi
Zana Schiroyi 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".