Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Söder: Him kurd û him swêdîbûn nabe

Hat weşandin onsdag 17 december 2014 kl 15.19
"Ez kurdim û swêdîme"
(7:28 min)
Björn Söder (SD) Wêne: Henrik Montgomery/TT + Goran Meriwani, wêne: privat
Björn Söder (SD) Wêne: Henrik Montgomery/TT + Goran Meriwani, wêne: privat

Björn Söder, cîgirê serokê parlamentoyê û sekrêterê Demokratên Swêdê roja şemiyê di rojnameya Dagens Nyheter de bi giştî li ser biyanîyan û 5 gelên neteweyên ku divê werin asîmle kirin de gelek tiştên ku bal kişandin û civak careke din da fikrandin gotin.

Yek ji wan neteweyên ku pewiste were asîmlekirin jî li gor wî kurdin. Li ser kurdan ew dibêje ku nabe mirov him kurd û him jî swêdî be. Loma divê kurd werin asîmle kirin. Ji sedî sed kurd û ji sedî sed swêdî bûn dike ji sedî 200 û ev yek li gor Björn Söder ne munkîn e.

Pontus Mattson rojnamevanê siyasî yê SVT-Televizyona Swêdê ye.

Ew ji bernameya P1 a Radyoya Swêdê re dibêje ku ew ecêbmayî nîne  ku Söder bi vî awayî dipeyive, ji ber ku neteweperestî û nijadperestî bingeha ideolojî û siyaseta wan e.

Ew berdewam dike,  ji bo Demokratên Swêdê netewe yekitiya herî girînge ku piştî malbatê tê, ew vê yekê di bernameya partiya xwe de jî dinivîsinin. Nijadperestî jî alavê herê giringe ku pê yekitiya netewe û piştgiriya civakî ya hundurîn tê parastin e.

Ji bo mirov bi temamî li hember swêdê sadiq be divê piştî demekê ku hinek şert bi cih anîn û  bû swêdî êdî çand, nasname û neteweta xwe ji bîr bike. Björn Söder vê wek şert datîne.

Li ser vê kurd û nivîskarê kurd Goran Merîwanî reaksiyon nîşan da. Ew him ji helwesta Söder û hin jî ji bêdengiya kurdan nerazî ye.

Goran Merîwanî 35 sale li Swêde ye û bi tu awayî amade nîne ku dev ji kurdîtiya xwe berde û tenê ji Swêdê xizmet bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".