Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nijatperestî Noelê heram dike

Hat weşandin måndag 22 december 2014 kl 06.00
"Malbata min dijmintîya bîyanîyan dike"
(6:10 min)
SR
Gelek kes ji ber fikrên homofobî û îslamofobî yên malbata xwe naxwazin bi hev re noel pîroz bikin û tenê dimînin. Wêne: SR.

Cejna Noelê li Swêdê ji bo malbatan tiştekî gelek mezin e. Lê ji ber nijatperestîya li dijî xerîb û penaberan ya di sohbetên malbatê de gelek kes naxwazin vê cejnê bi xizmên xwe re pîroz bikin.

Tu cejnek din wekî ya noelê, ya ku swêdî jê re dibêjin Jul, bi malbatê ve û kevneşopîyên malbatî ve girêdayî nîn e. Ne tenê malbat, noel mebesteke girîng e ku mirov xizmên xwe jî bibîne.

Lê di vê rapora ji kanala P3 ya Radyoya Swêdê de emê guhê xwe bidin çend ciwanên swêdî ku ji ber pêşhukmî û dijmintîya bîyanî û muslûmanan naxwazin ferdên malbata xwe bibînin û ji ber vê yekê cejna noelê dilşikestî û tenê pîroz dikin. Yek ji wan Anna ye.

Anna dibêje malbata wê gelekî kevneperest e. Hem dijmintîya homoseksûelan dikin û hem jî nijatperestî li hemberî kesên xerîb û penaberan dikin.

Anna bi xwe homoseksuel e û dibêje dema malbata wê ji bo pîrozkirina cejna noelê dicive kalê wê her tim taahdayan li wê dike û gotinên wê rencîde dikin bikar tîne.

Her çendî bavê Annayê pê hesîyabe jî ku ew homoseksûele dibêje ew vê yekê qebûl dike lê ku gerek e keça wê zanibe ewê tu car wê li pêş xelkê neparêze.

Yekî din ku ji ber nijatperestî û gotinên nebaş ku li ser sofreya xwarina noelê li dijî bîyanîyan tê serfkirin naxwaze malbata xwe bibîne rojnamevanê 31 salî Johan e.

Johan dibêje tevî ku ew di mesafeyeke 30 deqîqe dûrê  malbata xwe de dijî ev gelek sal in malbata xwe nabîne. Dibe ku berê, dema ew biçûk bû jî malbat gelekî nijatperestî û dijmintîya xeriban dikirin lê niha wisa zêde bûye ku êdî taqat û daxwaza wî tune ye ku cejna noelê bi malbatê re pîroz bike. Ez bûme mirovekî ji wan cûdatir, dibêje Johan.

Nêrînên endamên malbatê nijatperestî, îslamofobî û dijmintîya li hemberî bîyanîyan gihaye astekî wisa ku Johan dibêje ew naxwaze wan bibîne.

Dibe ku ev fikra wan ji berê ve hebû lê bi belavkirina wana ya li ser medyaya civakî ya wekî Facebookê hem Johan û hem jî gelek kesên din ji van fikrên nijatperest yên malbatê hayedar bûne.

Her weha Jonathan jî ku ji malbateke ji bajarekî biçûk tê naxwaze di cejna noelê de biçe serdan malbat û xizmên xwe ku ew jî gelekî nijatperest in û henekên xwe bi kesên homoseksûel dikin.

Ji hêla din Johan dibêje her çendî ew bêrîya wan pîrozkirinên cejna noelê ya zarokatîya xwe dike îro bêtir bi hevala xwe û dostên xwe re cejna noelê pîroz dike. Lê tiştê herî xemgîn ji bo Johan ew e ku têkilîya wî ewqas bi malbatê re qût bûye ku êdî ew name û tebrîkên cejnê jî ji hev re naşînin û ta ku bi rêya telefonê jî cejna hev pîroz nakin.

Jonathan dibêje dema cejna noelê nêzîk dibe streseke mezin li cem wî peyda dibe. Malbat lê digere û dixwaze zanibe ka ewê di noelê de were pîrozkirina cejnê yan na.

Û tiştê herî zêde Jonathan aciz dike jî ew e ku ew ji hemû endamên malbata xwe hez nake û fam nake ka çima pêwîst e her kesî bibîne – di encamê de pîrozbahî werdigere ser tiştekî bê mane – dibe wekî nanê şilekî – pankaka, dibêje Jonathan.


Û Anna ya ku me di destpêkê de behsa wê kir… ew bi rastî jî dixwaze jul, yanî noelê ji dil û bi hezkirinekê pîroz bike… ji ber vê yekê Anna dibêje ew bêrîya wê rojê dike ku karibe malbatek xwe ava bike û noelê bi malbata xwe ya nû re pîroz bike û ji wê acizîya ku cejna noelê îro dide wê rizgar be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".