Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Astrid Lindgren dibe belgefilîm

Hat weşandin måndag 22 december 2014 kl 14.38
Tesîra sedsala 90î li nivîskariya wê kiriye.
(6:31 min)
Astrid Lindgren li mala xwe li Dalagatan Wêne: Bertil S-son Åberg/SVTbild
Astrid Lindgren li mala xwe li Dalagatan Wêne: Bertil S-son Åberg/SVTbild

pêk tê û vê carê hewl hatiye danîn ku aliyekî din yê Astrîd were nasandin. Derhênera filîm Katarîna Lindström duxwaze bizanibe dema ku Astrîd Lindgren jîyaye çi bandor li cîrokên wê kirine.

Ew dibêje dema min ev dokumenter çêdikir min xwest awayekî nû bibînim û mijarê têkim nav rewşek civakî.

Dema min destpêkir û zêdetir  xwend min ev grêdan dît ku Astrid jinek bû ku hema di hemû sedsala 90î de jîya û jiyana wê li gelek buyerên girîng û dîrokî rasthatiye.

Nivîskara Astrid Lindgren li gundekî li derveyî Vimmerby, Smålandê di sla 1907 an de ji dayik bû û sala 2002 nêzîkî sed salî Stockholmê çû rehmetê. 

Dema ku ew ji jiyanê veqetiya nivîskara herî bi bahskirî û bi tesîr bû û ji 100 mîlyon zêdetirî li cihanê pirtûk firotibûn, lê wê karîerê xwe kecek ciwan di rojnameya herêmî ya Vimmerby de bi nîvîsandina  kurte agahiyan destpêkir.

Dema ew bû 18 salî bi redaktorê rojnameyê zewicandi re hamîle ma û kurê wê Lars ji dayik bû.

Lê karekî sabît yê Astrîd nebû  pereyên wên tunebûn û debara wê nebû ku kurê xwe xwedî bike. Loma sê salên yekem kurê wê li cem dayikek taybet hat xwedî kirin.

Derhênera fîlim Katarina Lindström Bi taybet ku Astrîd ji kurê xwe di wan salên destpêkê de dûr ket bandorek mezin li ser nivîskariya wê kiriye. Vê yekê mirov di pirtûkên wê de dibîne.

Beşa yekem a filmê dokumenter weha destpê dike. Di filîm de jî baş diyardike ku temê Astrîdê di sedsala 90î de derbasbuye.

Katarina Lindström bi alîkariya wêneyên ji arşivê och filman ta ji 1920 nîşandide çawa çîrokên Astrîd ji dîroka li derdora wê hene bi bandor bûne.

Yek ji van mînakên herî berbiçav mînahevbûna Pippi Långstrump û Mary pickford ku di salên 1920 an de naskirî bû.

Herduyan jî di hundir de hespên wan hebûn û sahneya herî ku hêjayê bibîranînê ye jî ewe dema Pippi bi firçeyên bi nîgê xwe ve erdê dimale. Firçeyên bi nigan ve di filmê Pickfords de 20 sal berê ku pirtûka yekem a Pippi were çapkirin, sala 1945 an, û ev tenê ji gelek mînakan e dibêje Katarina Lindström.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".