Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi sedan zarok noelê li malên parastina jinan pîroz dikin

Hat weşandin tisdag 23 december 2014 kl 15.16
Wêne: Bertil Enevåg Ericson /TT

Hemû zarok nabin nasîbê ku noelê li cem dê û bavên xwe di ewlehiyê de pîroz bikin. Bi sedan zarok noelê li malên parastina jinan li ciyên cûda pîroz dikin, gelek ji wan jî ji ber dê û bavên şîdetê bi kar tînin direvin.

Li gor Federasyona parastina jin û kecan a li Swêdê, ROKS û Federasyona parstina Jinan a Nobedar a Swêd jî Unizon îsal 300 zarok li malên parastina jinan noelê pîroz dikin.

Mariana Österblom Serokê Xebata parastina jinan a li Fagersta ye û ew di derbarê mijarê de weha dibêje:

- Em hewl didin ku pîrozbahiyek malane û hîsek noelî  ku her zarokek hêja ye biafirînin.

Me derdor bi sembolên noelê xemilandine û hinek diyariyên ku xelkê xêra xwe dane me, me danîne dora çama noelê û piştre jî wê yek ji xebatkaran cilên noel baba li xwe ke.))

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".