Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mizgefta li Eslövȇ şewîtî

Hat weşandin måndag 29 december 2014 kl 11.43

 li Eslöv şewitî û îtfaye şik dike ev yek bi qestî hatiye kirin.

Dema îtfaye hat ciyê buyerê mizgeft him ji derve û him jî ji hundir ve dişewitî.

Di şewatê de kesek brîndar nebuye.

Samîr Muric li Komeleya çandî ya îslamî meleye û ew dibêje ku niha gelek kes ji ber rewşa ku misliman têde derbas dibin qeherîne û bi vî awayî hêrsa xwe nîşan didin. Ew weha dewam dike:

 -Bêguman!  Niha êriş birin ser du mizgeftan di nava yek hefteyekê de,  heta sê mizgeftan, ji ber ku lokalek jî li Eskilstunayê hate xerakirin, tenê li buyera li eskilstunayê binêrin.

Gerek mirov mecbûr bimîne ku li mal îbadeta xwe bike û newêribe biçe mizgeftê?

Mizgefta li Eslövê gelek caran rastî êrişen hatiye. Wek camên pencereyên wê hatine şikandin û dîwarê wê bi bi reng hatiye qirêjkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".