Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên biyanî ji sedî 40 zêdetir tawana dikin

Hat weşandin måndag 29 december 2014 kl 15.33
Wêne: Jessica Gow/TT
Wêne: Jessica Gow/TT

Nifşê duyem yê biyaniyên li gor biyaniyên  ku herî kêm yek ji dê û bavê wan ku li Swêd ji dayik bûne rîska tawanan bikin ji sedî 40 zêdetir e. Ev ferqa tenê di demek weke 5 salan de hayite ditîn.

Her sal Meclîsa Rêgirtina li ber Tawnan ji 12 000 kesan pirsa te tawan kirine dike. Û piraniya kesên bi temen ku ji aliyê dê û bavên wan bi xwe biyanî ne bersîva ku wan di wê salê de tawan kirine dane.

Lars Korsell  yek ji lêkolerê li pişt rapora ewlehiyê ye û ew dibêje:

- Eger mirov li kesên ku rastî lêdanê tên, mirov dikare bibîne ku  dema herdû dê û bav biyanîne tahlûketa tawan kirinê ji sedî 3, 6 bilind e.

Dema ku herdû dê û bav li Swêd ji dayik bûne hejmara li beramberî vê ji sedî 2,3 ye.

- Lê ev yek ji bo tawanên din jî weha ye, yanê bi giştî kirina tawan bi vî awayî ye.

Lars Korsell  dibêje ferqa ku heye ji bo, tehdît, tahdelêkirin û xapandinê jî derbas dibe. Û di warê tawanên şêlandina mirovan de rîska biyaniyên ji nifşa duyem li gor yê ku dayik û bavên wan li Swêdê ji dayikbûne duqat bilintir e.

Ev yek di demek gelek kurt de pir bi lez hatiye guhertin.

Di 2009an de ji herdû koman bi qasî hev kesan bersiva lêkolînan dane ku ew di heman salê de rastî şîdetê hatine û piştê vê hersal ev hejmarana bi alîyên cûda de çûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".