Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Dalarna dereceya 1 hişyariya rêyên cemîdî

Hat weşandin tisdag 30 december 2014 kl 14.53
Wêne: TT
Wêne: TT

SMHI, Enstîtûya Metrolojî yê ya Swêdê ji bo rêyên cemîdî hişyari dide gel ku wê li gelek ciyan rê pir şemitokî bin.

Metrologê televîzyona swêdê Nils Holmqvist dibêje wê herî zêder dema baran bibare an jî baran bariya be û rê bicemidin rîska ku otomobîl bişemitin li dalarna û Norrlandê gelek zêde bibe. Herî zêde jî li dalarna.

Lomajî li wê herêmê hişyariya  dereceya 1 hatiye îlan kirin. Herçend heman hişyarî ji bo Upland û Stockholmê paşde hatiye girtin jî divê mirov li ser rêyan hay ji xwe hebe.

Nils Holmqvist dibêje li hemû welêt zivistane û cemede ev yek bi xwe re seqemek şemitokî tîne dewam dike:

-Em niha di demekê dene ku divê em gelek bi dîqet û hişyar bin.

Sebeba ku li gelek ciyên welêt cemed heye û rê şemitokîne jî ewe ku me demek sar derbas kir û niha jî derdor germtir buye loma pir bi asanî rê şemitokî dibin, dibêje metrolog Nils Holmqvist.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".