Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pir kes xwedî li zarokan derkevin

Hat weşandin fredag 2 januari 2015 kl 11.38
Koma perwerdemal li Norrköpingê civiyane. Wêne: Viktor Levander / Sveriges Radio Östergötland.
Koma perwerdemal li Norrköpingê civiyane. Wêne: Viktor Levander / Sveriges Radio Östergötland.

Li gelek ciyan kêmasiya perwerdemalan heye lê li Karlskronayê 40 kesan navê xwe wek perwerdemal nivîsandiye ku ew dikarin zarokên ku nikarin li malên dê û bavê xwe bimînin ew wa xwedî bikin.

Ev yek reqore li gor berê, dibêje Socialtjänsten, Daîreya xizmetên civakî.

Ewqas pir kesan muracat kiriye ku mirov li daîreya Xizmetên Civakî pê re nagihîje ku biryar bide ka kîjan malbat dikarin bibin perwerde mal û na. P4 li Blekinge vê yekê radigihîne.

Sebaba vê yekê jî tê texmîn kirin ku dikare kuştina Yara ya 8salî be ku îsal rû da.

Li gor gumana ku hatiye kirin ew bi lênadek pir bi şîdet li wê hatiye kirin wek bi tîra nan û pişt re jî ew hatiye fetisandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".