Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaberên Östersundê dawî li çalakiya xwe anîn

Hat weşandin fredag 2 januari 2015 kl 14.43
Çalakiya protestoyîya di otobosê de dawî lê hat. Wêne: Fredrik Sjölund / Radyoya Swêdê
Çalakiya protestoyîya di otobosê de dawî lê hat. Wêne: Fredrik Sjölund / Radyoya Swêdê

35 penaberên ku li Östersundê çalakiya protesyoyîya ku ji otobesa xwe nedihatin xwar li dar xistibûn dawî li çalakiya xwe anîn.

Penaberan îdîa dikirin ku ew hatine xapandin, ewê li beşa Malmöyê ya penaberan bihanata bi cîhkirin lê ew birine ciyekî derveyî Östersundê li bakurê Swêdê. Li gor wan wir pir sar e û ew bi tenê tên ragirtin.

Du roj bûn ku ev penaberane ji otobosa ku pê hatin Östersundê nedihatin xwar ji bo ku ew careke din vegerin ciyê jî hatine, yanê bajarê Malmöyê.

Lê li gor P4 a Jämtlandê Daîra koçê bi penaberan re peymanek îzmekiriye ku wê herî dereng di 3 mehan de bi şûnde biçin ciyê.

Berdevka çapeneyê Sophia Öhvall Lindberg ji TT re dibêje ku ew kesên ciyê mayinê dîtine divê bi derfetên xwe biçin wir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".