Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zêdetir testosteron li Swêd tê dayîn

Hat weşandin fredag 2 januari 2015 kl 14.48
Testosteron. Wêne: AP Photo / Albany Times Union, Will Waldron / TT.
Testosteron. Wêne: AP Photo / Albany Times Union, Will Waldron / TT.

Bikaranîna dermanên bi reçete yên ku testosteron têde heye li Swêdê zêde buye.

 Ev dermana herî zêde ji bo tedawiya xerabûna hormonên li cem mêran rûdide tê bikaranîn, lê ji bo tedawiya dîagnosên din yên mêran jî tê bikaranîn.

Li Emerîkayê ev deraman wek ji bo îşaretên pîrbûnê ku dibe sebeba kêmbûna daxwaza cinsî û lawazbûna masûlkan kêm dike di piyasê de tê pêşkêş kirin.

Hatiye tesbîtkirin ku testosteron tansiyona bilind dike û xeterî ji pisrgirêken tamar û dil heye.

Sala derbasbuyî ji nêzîkî 15 000 mêrên Swêdî re ev hormona hat nivîsandin, vê yekê lêkolîna ku Socialstyrelsen, Midûriyeta iştî ya kar û Barên civakî kiriye nîşna dide.

Stefan Arver, li navenda andrologî ya Enstîtûya Karolînska berpirsiyar e û dibêje ku gelek çîrok di derbarê testosteronê de hene.

- Gelek mêrên bi nexweşiyên din dikare wek nexweşiya kronîk a dil be, romatîzma û yên din jî testosterona wan kêm be. Gelek kes hene ku di vê rewşê de ne û li ciyê vala ji ber kêmbûna testosteronî azaran dikşînin. Testosteron ji ber gelek sebeban hormoneke bi nakok e. Ev yek jî  hemû i ber sebena van çîrokên nerastin wek ku mirov dikare bi vî hormonî ji bo serrastkirina xwesteka cinsî  bikarbîne. Di hinek waran de gelek guman hene û di hinek wran de jî coşek mezin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".