Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hukumet ji bo dibistanan hevkarî duxwaze

Hat weşandin måndag 5 januari 2015 kl 11.03
Gustav Fridolin û  Stefan Löfven. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Hukumet duxwaze di lihevhatina çileya pêşîn de pirsa siyaseta dibistanan jî hebe.

Wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin û wezîrên din ên ji wezareta perwerdeyê di rojnameya Degens Nyheter de dinivîsînin ku ew bi piştgiriya lêkolînan û karmendên dibistanan gihîştîne biryara ku divê siyasetek mayinde ya dinbistanên Swêd hebe ku ne pêwiste bi her guhertina hukemetan were guhertin.

Mirov sîstema ku li Fînlandiya tê bikaranîn wek mînakekî baş nîşan dide ku li wir têgihîştineke berfirehtir a siyasî heye.

Ji niha ve hukumet û opozîsyon li ser siyaseta enerjî, teqawitî û ewlehiyê li hev kirine.

Hukumet  siyaseta dibistana bi sê xalên girîn ku divê li ser were nîqaşkirin weha şîrove dike.

1.Emê di her rewşê de li hevkarî û awayên karkirinê ji bo siyasetek berfirehtir bigerin. Kesên li dibistana kar dikin gerek xwe bi dokumentên ku rênîşandidin ewle hîs bikin, yanê tiştê ku îro tê gotin gerek sibê û di pêşerojê de jî derbas bibe.

Berpirsiyariyek berfirehtir a siyasî pêwist e.

Ev yek gelek eşkereye ku  di sîstemên dibistanan yê herî serkeftî de serkeftî bûye.

2.Reformên mezin yên dibistanan gerek bi kesên li wir kar dikin ve were grêdan. Rêvebrên dibistanan û mamostene ku bi her zarokekî re rûbirû dibin û wan pêşwazî dikin. Loma divê ew ji pêşketina dibistana re pêşengiyê bikin.

Karê me ewe ku em ji bo ew bikaribin karê xwe bikin ji wan re derfetan biafirînin.  Ji bo ku mamoste û rêveberên dibistana bikaribin berpirsiyariya xwe bi cîh bi em nikarin bi ser serê wan re biryarn bigrin.

3. Guhertinên di sîstema dibistana de divê bi lêkolînên modern ve girêdayî be.

Tiştên wek pilana perwerdeyê, pilana kursan û sîstema qarneyan  nabe bi îdeolojîyan were birêvebirin, ev yek divê li gor em dikarin herî baş çawa îmkanên fêrkirinê ji bo her şagirtekî biafirînin were kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".