Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi sedan kes hatine xapandin

Hat weşandin måndag 5 januari 2015 kl 16.30

Ji sedî zêdetir kes dikare di kelefa kar a li bajarê Växjö hatibin xapandin. Serê vê sibehê 130 kes li ber şîrketa lojîstîk a bi navê Alwex Kontor kom bûn ku dest bi kare xweyê nû bikin. 

Kesan peymanên kar  bi berpirsiyarê şîrketê re nivîsandine. Heta vê şîrketa nû ya ku wê din  Alwex de kar bike û li bajarê Växjö ofîsek nû veke bi sendiqaya Transport û hesin re peymana karmendan jî  îmze kiriye.

Gelek ji van kesên ku peymana kar ya nû nivîsnadinê ji karên xwe yên din yên daîmî jî istîfa kirine.

Lê dema ku vê sibê ev  karmendana tên ku dest bi kar bikin dibînin ku deriyê karxanê girtiye û kesekî ku wan pêşwazî bike jî tuneye.

Alwex qet navê şîrketek din ku wê di bin wan de li Växjö kar bike nebihistiye û tu car jî pilana wan a ku li vî bajarî ofîsekê vekin jî nebûye.

Polîs çûne ciyê ji bo ku guh bidin giliyên xelkê.

Ewqas kes çima bi vî awayî, ji aliyê kêve hatine xapandin jî nayê zanîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".