Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Êrişa li Parisê tê şermezarkirin

Hat weşandin onsdag 7 januari 2015 kl 14.33
Wêne:TT
1 av 2
Wêne: Paris: Foto:TT
Wêne: Paris: Foto:TT
2 av 2
Wêne: Paris: Foto:TT

Êrişa ser rojnameya Charlie Hebdo ya li Parisê, ji gelek aliyan ve li swêd tê şermezar kirin û endîşe û tirs jî zêde dibe.

Wezîra Karûbarên Derve, Margot Wallström  di Twitterê de weha dinivîse: ”Felaketek terorîstî li parîs  ku gelek kuştî li pişt xwe hiştin. Kesên ev kara kirine divê werin girtin. Azadiya derbirîna bîrûbawerî divê were parastin”.

-Gelek nexweşe dema mirov henekan dike û karbidestan rexne dike, dibêje Johannes Klenell li rojnameya karikatur a bi navê Galago kar dike û ew dibêje:

- Ev kirinek gelek kirêt e û êrîşek terorîstî ye bi taybet li hember peyva azad. Divê bi awayê herî giran were şermezar kirin dibjê Jonas, serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê.

Îro seat di 11.30an de kesên bi çek êrişî redaksiyona rojnameyê kirin herî kêm 12 kes kuştin û gelek kes jî brîndar kirin.

Rojname, rojnameyeke hefteyî ya tinazê ye ku berê wê zêdetir li kesên li ser hukum, serokên olan û daîreyan e, mîsal wek polîsan ku gelek caran karîkatur li ser tên çêkirin.

Hefterojnameyê sala 2006 careke din karikaturê Muhammed ê ku ji aliyê rojnameya Danimarkî ya bi navê Jyllands-Posten de hatîbû belavkikrin û bibû û sebeba gelek protestoyan belav kir.

Li rojname ji aliyê gelek cemaatên misliman ve gilê hat kirin lê li ser esasê ku karîkatur îşaretê bi terorîzma îslamî dike û ne bi civaka îslamî bi giştî hat beraat kirin.

Berê çend mehan rojnameya Charlie Hebdo xelata Kuçikê Zêr ku ji aliyê hunermendê Swêdî Lars Vilks ve hatiye damezirandin girt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".