Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nimûneya yekem nîşan da ku bi ebolayê neketiye

Hat weşandin torsdag 8 januari 2015 kl 10.49
Ambulansa taybet ji Linköpingê hatiye Skåne ji bo emşîreya ku guman tê kirin bi ebola ketiye bibe nexweşxaneyê. Wêne: Johan Nilsson/TT
Ambulansa taybet ji Linköpingê hatiye Skåne ji bo emşîreya ku guman tê kirin bi ebola ketiye bibe nexweşxaneyê. Wêne: Johan Nilsson/TT

Emşîreya Swêdî ya ku guman dihat kirin li Sierra Leone bi nexweşiya ebola ketiye bi ihtimalek mezin nexweş nîne. Di numûneyên ku duh hatin girtî de ev yek diyar dibe.  

yeVê yekê nexweşxaneya zanîngeha Malmöyê radigihîne.

Emşîreyê li nexweşên ku bi ebola ketine dinêrî. Piştî ku cilê wê yên taybet ku wê ji nexweşiyan diparêze qetiyan ji bo kontrolê zû şandin Swêdê.

Duh hinek semptom lê diyar bûn loma jî bi ambulansek taybet ew birin ciyê taybet îzolekirî yê nexweşxaneya zanîngeha Linköpingê. Lê nimûneyên ku jê hatin girtin nîşan dan ku bi wêre nexweşiya ebola tune.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".