Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdên Swêdê sibê ji bo sê jinên kurd dimeşin

Hat weşandin fredag 9 januari 2015 kl 11.06
Bildstorlek: 960 * 640
Bildstorlek: 960 * 640

niha bi buyera terorîstî ya li hember rojnameya Charlie Hebdo ku di encamêde 10 rojnamevan û 2 polîs hatin kuştin dihêje. Di heman demê jî îro 2 emîn salvegera kuştina sê jinên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a li parîsê ye.

Herçend kesek hatiye desteserkirin jî 2 sale ev buyer ji aliyê kê ve û çima hatiye kirin nehatiye zelal kirin.

Kurd jî du sale bi berdewamî li herderê cîhanê li hember vê qetlîama li hember sê jinên kurd hatiye kirin nerazîbûnên xwe nîşan dide û ji dewleta firansa daxwaz dikin ku ev buyer were ronî kirin û tawanbar werin ditîn.

Kurdên li swêdê dijîn jî bo sê jinên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  ku li Parisê berê 2 salan hatin kuştin sibê meşeke protestoyî li dar dixin.

Meş ji aliyê Kurdska Rådet, Konseya Komeleyên Kurd li Swêdê ve tê organîzekirin. Dê gel seat di 13.00 an de li Humle gården bicive, li ser navê Meclîsa Stockholmê axafin tên kirin û dê gel pişt re bi şîara, bila qatilê sê jinên kurd were ditîn dest bi meşê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".