Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Palm li Söder gilî kir

Hat weşandin fredag 9 januari 2015 kl 14.23
Wêne: SVT
Wêne: SVT

Endama meclîsê Veronica Palm a Sosialdemokrat giliyê Björn Söder endamê Demokratên Swêdê û cigirê serokê parlamentoyê ji ber şîroveyek wî ya di derbarê êrîşa li ser rojnameya Charlie Hebdo li cem polîs kiriye.

Palm duxwaze biceribîne ka axaftina wî ya kirî li dijî komên gelî tahrîke an na.

Ew dibêje:

-Li Swêd tahrîkkirna mirovan a ji ber komên civakî ya jêhatî qedexe ye, û ez duxwazim ev yek weke tahrîka li hember koma civakî ya gelan were ceribandin.

Di tora civakî ya facebookê de Söderberg di derbarê êrîşê de dinivîse:  ”Ola azadiyê rûyê xweyê rast nîşan da”

Piştî ku rojnameya Dagens Nyheter ev kommentar weşand, Söder jî dawîya hevokê guhert, di şûna nuxteyê de îşareta pirsê danî, lê piştî demekê careke din nuxte danî.

Palm dibêje wê roja pêncşemê  li cem polîs gilî kiriye, û ew bi taybet girîng dibîne ku dozgerek li ser Söder lêkolîn bike.

Ew dibêje ku, Söder serokê meclîsê ye ku hemû gel temsîl dike û dema ew tiştekî dinivîse risk heye ku gelek kes reaksiyon nîşan bidin.

Olof Ruin, ku di warê siyasî de profesore jî li ser kirinên Söder şok buye û dibêje ku ev tiştê ku ew dike ne di cîh de û Swêdê mehcûp dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".