Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd alîkariyê dişîne ji pêşmergeyan re

Hat weşandin måndag 12 januari 2015 kl 15.30
Ser Bexdayê re yan rasterast
(5:30 min)
Två män pratar vid en militärbas.
Şerê kurd û Daişê bi dijwarî didome. Foto: Katja Magnusson/Sveriges Radio.

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstöm duh eşkere kir ku di şerê li hemberî Daişê de ew dixwazin perwerdeya leşkerî bidine pêşmergeyên kurd. Tê texmîn kirin ku parlemana Swêdê pêşniyazeke wiha qebûl bike, lê gelo alîkarî wê yekser ji Kurdistanê re biçe yan ser Bexdayê re?

Di daxuyaniya xwe de Wallström bê ku behsa Bexdayê û hikûmeta navendî ya Îraqê bike got ”perwerdeya leşkerî ya ji pêşmergeyan re”. Per Jönsson ji Enstîtuya Sîyaseta Derve gotinên Wallström hilbijartine ecêb dibîne û dibêje desteka rasterast ya Herêma Kurdistanê dê bê wateya binpêkirina qaîdeyên dîplomasiyê.

– Dewleta Îraqê tim dibêje alîkariya ji kurdan re divê di Bexdayê re biçe, yan na ew qebûl nakin, lê Wallström behsa hikûmeta Bexdayê nake. Alîkariyeke bi vî rengî wê demê tê maneya ku mirov alîkariyê dide hêzeke nedewletî. Mirov dikare vê bi alîkariya ku mirov bide rêxistineke gerîlayî re bide ber hev. Amerîka bi xwe bêyî Bexdayê tiştekî leşkerî ji pêşmergeyan re naşîne. Rast e ku ev yek ne bi dilê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, lê dîsa jî dewlet wiha tev digerin. Ez daxuyaniya Wallström mîna ku ew dixwazin rasterast destekê bidine pêşmergeyan dixwînim û ev bi min ecêb tê.

Li ser pirsa ê naxwe Wallström çima daxuyaniyeke bi vî rengî dide, Jönsson dibêje:

– Pêşmerge, kurd, têkoşîna kurdan li Swêdê populer e. Hem Partiya Gel (Folkpartiet) hem jî ya Jîngehê (Miljöpartiet) , yanî hem ji nav hikûmet hem jî muxalefetê daxwaza ku Swêd rasterast destekê bide pêşmergeyan heye, lê bi min ecêb hat ku wezîra derve bi xwe vê yekê bêje. Di resmîyetê de Îraq dewleteke serbixwe ye û Kurdistana otonom jî beşek jê ye, lewra desteka rasterast ya hêzên kurd tê wateya binpêkirina uslûbên dîplomasiyê. 

Wallström di daxuyaniya xwe ya duh de behs kir ku alîkariya ew dixwazin bidin di çarçoveyeke hevkariya bi Fînlenda re ye û serkêşiya vê yekê ji aliyê Almanya ve tê kirin. Per Jönsson balê dikişîne ser ku li Afganîstanê jî hevkariyeke bi vî rengî ya leşkerên swêdî-almanî hebû. Lê ew şîroveyeke din ji daxwaza hevkariyeke bi vî rengî der têxe. 

Li bakurê Swêdê komcivîna salane ya bi navê Gel û Parastin (Folk och Försvar) heye. Mijareke sereke di civînê de bi aloziya li Ukrayna ve girêdayî têkiliyên bi Rûsya re, binpêkirina aqarên deryayî yên Swêdê û daxwaza ketina NATO ya partiyên burjûva ye. Hevkariyeke li hemberî Daişê Jönsson mîna hemleyeke hikûmetê dinirxîne.

– Bi vî rengî Swêd bêyî ku bibe endamê resmî yê NATO bi hin dewletên mezin û girîng yên vê rêxistinê re hevkariyê xurt dike.

Alîkariyeke leşkerî ku ji Kurdistanê re biçe divê ji aliyê parlemana Swêdê ve were pejirandin. Per Jönsson di wê baweriyê de ye ku ew bêproblem wê derbas bibe û nebawere tu astengî derkevin, ji ber ku piraniya partiyên siyasî yên Swêdê digel destekdana hêzên kurd xuya dikin. 

Baş e gelo Swêd dikare çi alîkariya leşkerî bide pêşmergeyan? Li gor Jönsson Swêd dikare perwerdeya çekên giran bide. Ew dibêje bi taybetî kêmasiyên pêşmergeyan di koordînekirina hêzên mezin, di operasyonên êrîşkirinê û komunîkasyonê de hene û di van mijaran de Swêd dikare alîkar be. 

Yanî bi texmîna Per Jönsson desteka ku ji Swêd here wê bi giranî ji perwerdekaran pêk were. Li gor wî eger derdorê 200 zabitan werine şandin sûdeke vê ya baş wê bide hêzên parastina kurd.

Û ew bawere ku digel gotinên wezîra derve yên duh jî dawiyê de alîkariya leşkerî ya Swêdê wê bi riya Bexdayê re biçe ji Kurdistanê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".