Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sirac Kekuyon (Bilgin) 1944-2015

Hat weşandin tisdag 13 januari 2015 kl 12.00
Mirina li xerîbiyê
(7:05 min)
Nivîskar  Sirac Kekuyon (Bilgin) û kitêba Newroz. Foto: Besir Kavak
Nivîskar Sirac Kekuyon (Bilgin): "Newroza kurd gelî ye, ne ya desthilatdaran e". Foto: Besir Kavak

Sirac Kekuyon ku mîna Sirac Bilgin tê naskirin 7ê çile roja çarşemê li nexweşxaneya Akademiska ya li Uppsala wefat kir. Û îro ew bi beşdariyeke malbatî li Uppsala hate binax kirin.

Mirin nexweş e û ku mirin li penaberiyê, dûrî nas, dost û hevalan be, dûrî ax û welat, dûrî azadî û serxwebûna ku mirov tim kerbê wê dikişîne be ew hêj nexweştir, ew êdî ezab e. 

Hejmara revenda kurd li Swêd bilind bûye. Bicîbûna kurdan ya li Swêdê kete 30, 40 heta 50 saliya xwe de. Bi vê re girêdayî êdî roj bi roj yextiyar, pîr û kalên me li vira rehmet dikin. Gelek ji wan bi hesreta mirina li ser axa ku ew lê çêbûne, biçûkî û ciwaniya xwe lê derbas kirine ji nav me koç dikin. 

Herçend mirin destûbirakê jidayikbûnê ye jî, û herçend gelek caran mirin herwiha rizgariya ji ezêb e jî dîsa jî ew nexweş e. Hela hela mirina rewşenbîrên kurd pir nexweş e. Ji ber ku rewşenbîr, ramyar û xizmetkarên çand, wêje û gelan ji aliyê saziyên xwe yên neteweyî, dewletên xwe ve rastî xatir, qedr û qîmetekî mezin tên. Lê yên kurd, yên di bin nîrê bindestiyê de eger te ev xizmet ji bo desthilatdaran kiribe û heta radeyekê nasnameya xwe nedabî pêş belkî tu qîmetekî bibînî. Yan na, bi xwedîderketina li cewherê xwe re jiyan li sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd bûye zîndan, îşkence, jehr û zuqum. Bi dehsalan tenê riya felatê bûye ew ku rewşenbîrê kurd ji nav gelê xwe bireve, fizîkî be jî ji qibleya xwe dûr keve. Ev dawiya xembar ya kesayetên kurd bûye mijara çendîn romanên nivîskar Mehmet Uzun û di şexsiyeta Celadet Bedirxan û Memdûh Selîm Beg de wî behsa vê malwêraniya kambax kiriye. 

Di destpêka 2011ê de li bajarê Uppsalayê kesayetê ji rojhilatê Kurdistanê Şêx Izedîn Huseynî  rehmet kiribû. Cegerxwînê ku hîna di saxiya xwe de bûbû efsane jî berya 30 salî li vî bajarî wefat kiribû û destpêka îsal dîsa li Uppsala vê carê neteweperwerê bakurî Sirac Kekuyon koç kir. 

Malbata Sirac Kekuyon ji ber ku di serhildana 1925ê de cî girtiye firar dibe, ji bakur, herêma dimilkî- ango zazakîaxêv ya Çewlikê direve binxetê, loma jî cîyê jidayikbûna Kekoyon Qamişlo ye. Piştre ew vedigere cihûwarê bav û kalan, li wira doza pêşiyên xwe berdewam dike û dibe yek ji serkêşên Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê. 

Gava Kekuyon ji tiştekî hez dikir û pê re bû, ji dilûcan pê re bû, gava li dijî bû, tam li dij bû. Ji bo wî du rê hebûn; yan tê pê re bî yan li dijî, navber nebû. Û loma ew bi hemû hucreyên xwe bi doza ku baweriya wî ya pê bêteredut, bi doza Kurdistanê re bû. Bi vê re jî girtin, zîndan, îşkence, birîndarî û herî dawî cardin eyn mîna bav û bapîran neçarmana terkkirina ji welêt û mihacirî. 

Sirac Kekuyon bi xanim, du kur û du keçên xwe re xwe li Swêdê girt û xebatên xwe yên sîyaseta kurdî li vir domand. Bû yek ji endamên Parlemana Kurdistanê ya Derveyî Welêt û KNKê, lê li vî welatê ku bi kêmasî jiyan di ewlekariyê de bû wî bi taybetî giranî da ser lêkolînên dîroka Kurdistanê. Bi du tiliyên xwe yên îşaretê ji deh tiliyên sekreterekî kohne zûtir dinivîsand. Li ser Avesta, Zerdeşt û Newrozê lêkolînên wî li pey hev hatine weşandin, kitêba wî ya li ser Mistefa Barzanî mîna yek ji çavkaniyên herî girîng yên li ser vî rêberê kurd tê destnîşan kirin. Piştî serdana xwe ya gerîla û çîyan di nîvê salên 90î de li ser şervanên bakur romanên wî hatine çapkirin, bi sedan gotarên wî di rojnameyên cuda de hatine weşandin, demeke dirêj yek ji mêvanên eslî yên bernameya televîzyonî ya gotûbêjên sîyasî bi Abdullah Öcalan re bû. Vê dawiyê xebateke çar-cildî ya dîroka Kurdistanê dabû ber xwe, lê temenê wî ancix têra qedandina beşê yekem ya vê lêkolîna berfireh kir. 

Ev nêzîkê 27 salan bû Kekuyon li Swêdê dijiya. Lê çi Swêd û çi hal? Erê fizîkî ew li vira bû, lê hiş û aqil bi tevahî bi welêt ve, bi Kurdistanê ve girêdayî bû. Bi îdamên Îranê yên li hemberî têkoşerên kurd re dikeribî, bi destkeftiyên li başûr û rojava re kêfxweş dibû û heyecan digirt. Gav bi gav, gotin bi gotin sîyasetmedarên seranserê Kurdistanê dişopand, daxuyanî, liv û tevgerên wan dinirxand û şîrove dikir. Rexne li serok û rêberan dikir û rexneyên wî tûj bûn. Lê ew heyran û evîndarekî jidil yê şervan û têkoşerên azadiyê bû. Cengawerên Kurdistanê ji bo wî lehengên pîroz yên bêleke bûn. 

Herî dawî bi fermana Şengalê re ew xemgîn û melûl bû, bi dengûbasên dilşewat re nexweşiya wî ya êşa kezebê lê cortir kir. Û ev mirovê xwedanê bejna nêzîkê du metroyan dirêj heland, ma goşt û hestî. Herçend berxwedana Kobanî ew şanaz û serbilind kiribû jî kezeba pûçbûyî êdî serî jê standibû û ew ditengijand. 

Di dawiya jiyana xwe de, bi tesîra xerîbiyê, êşa xedar û nexasim derbederiya kurd û tevgerên serkêşiya kurd ku li gor wî gelek ji wan şaş bûn ew aciz, biqehr û bihêrs bû. Di bin wêneyên Xanî, Mistefa Barzanî û Zîlan de gava çavên xwe girt ji bilî têkoşerên Kurdistanê ew ji Xwedê û evdan gişt xeyidî bû. Wesîyeta xwe kir ku bêşemate, li ciyekî nenas, bêmerasim û bênavnîşan were binaxkirin. Û rojeke çile ji zivistana Swêdê, bê his û deng, bê ku xatir jî bixwaze çû. 

Belê, rewşenbîrekî din yê kurd ku di penaberiyê de ji dayik bûbû di 71 saliya xwe de dîsa di penaberiyê de dilşikestî çû.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".