Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Guman tê kirin ku Polîs li çavkaniyên Ekot dipirse

Hat weşandin onsdag 14 januari 2015 kl 11.12
Wêne: Johan Nilsson/TT
Wêne: Johan Nilsson/TT

- Mufetêşê Hikumetê yê Hiqûqî di derbarê polîs de pêşlêpirsînek daye destpêkirin. Tê guman kirin ku polîs li kesên anonîmê ku agahî dane radyoya Swêdê geriyane. 

Ev yek piştî ku bernameya Ekot a Radyoya Swêdê eşkere kir ku polîs navê jinên rastî şîdetê tên di kategoriyen cûda de di lîsteyên taybet de qeydkirine.

Eger polîs li van çavkaniyan geriya be, wê demê qanûna bingehîn hatiye binpêkirin û xeteriya ku polîs têkevin hepsê heye.

Rojnamevan Nils Funcke di derbarê azadiya fikir û ramanê de pispor e û berê jî sekereterê komîteya azadiya fikir û ramanê bû, ew dibêje:

- Eger mirov cesaret bikin bahs bikin divê ev yek anonîm ango bi awayekî veşartî were kirin. Ji bo ku anonîmbûn were parastin, qedexeya lêgerînê heye. Duxwazim bibêjim ku ev yek zêdetir hesas e, dema ku polîs vê yekê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".