Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çavê Säpo li kevne-Daişiya ye

Hat weşandin onsdag 14 januari 2015 kl 14.41
Anders Thornberg, Säpochef. Foto: Henrik Montgomery och Jessica Gow/TT.
Anders Thornberg, Şefê Säpo. Foto: Henrik Montgomery och Jessica Gow/TT.

Polîsê îstixbaratê dide zanîn ku derdorê 80 kesên ji Swêdê gihabûne rêxistinên cîhadîst yên li Sûrî û Îraqê paşde vegeriyane Swêdê. Wezîfeya polîsê îstixbaratê Säpo ye ku van kesan peyda bike û çavê wê li wan be.

Lêkolerê terorîzmê Linus Gustafsson dibêje Säpo ji bo berhevkirina agahiyên derbarê kesên wiha de dikeve nav hewldaneke berfireh.

– Polîsê ewlekariyê ji bo ku neyt û kabiliyeta van kesên ji herêmên şer vedigerin binirxîne bi wan re diaxive. Ew nemecbûrin îfadeyan bidin û armanca rayedaran ew e fam bikin bê neyteke van kesan ya bikaranîna şîdetê li hemberî Swêdê yan welatekî din heye yan na. Säpo herwiha bi nasên van kesan re jî pêwendiyê dideyne. 

Polîsê Îstixbaratê Säpo tesbît kiriye ku 130 kes ji Swêdê çûne Sûrî û Îraqê û gihane rêxistina bi navê Dewleta Islamî - Daişê. Lê ev hejmara 130 dikare bigihe 300 kesî jî. Zanyariyên di destên Säpo de li ser nêzîkê 170 kesî kêm in û loma nayê zanîn bê ew li wir çi dikin. Îcar ji van kesên çûne nav Daişê 80 kes vegeriyane Swêdê. 

Halê hazir vekolînek tê kirin bê gelo mirov dikare bi jidandina qanûna Swêdî rê li pêşiya xelkê bigre da ku ji Swêdê nikaribin bigihine rêxistinên terorîst. Di rewşa niha de tu astengiyên qanûnî nînin , lê bi vegera van kesan re ew dikarin li Swêdê şîdetê bi kar bînin. Lewra Säpo hem lê digere pêşiya çûnan bigre, hem jî wextê vedigerin wan dişopîne. 

Ji bilî Säpo çend saziyên din yên swêdî ku karê îstixbaratî dikin hene. Di hevpeyvîneke bi Televîsyona Swêdê re şefê Säpo Anders Thornberg dibêje hevkariya wan ya bi FRA û MUST re pir girîng e.

 – Em digel çendîn meqamên din kar dikin. Em bi  Dezgeha Pêlgir ya Parastinê (FRA) û Yekîneya Ewlekarî û Îstixbaratî ya Leşkerî (MUST) û polîs re hevkariyê dikin. Û em alîkariyeke baş werdigrin, em dizanin bê ji wan kesên li der gereke çavê me li kê be. Ji xeyrî van dezgehên swêdî gereke em herwiha bi rêxistinên îstixbaratî yên dewletên din re jî kar bikin da ku rê li ber sûcan bigrin. 

Li gir Säpo ji wan kesên paşde vedigerin kêm kes li hemberî Swêdê xeternak in. Sedemeke vegera Swêdê dikare ew be ku mirov milîtanên nû peyda bike, lê hin kes ji van jî bi rastî dibe ku ji Daişê vediqetin. 

Şefê Säpo Anders Thornberg balê dikişîne ser problemekê. Ew dibêje çi berya çûna van kesan û çi piştî vegera wan di civakê de tenha meqamê ku bi wan re dikeve pêwendiyê Säpo ye û dibêje ev dikare ji feydê bêhtir zerarê bide. Thornberg dixwaze hin aliyên din yên civakê jî bikevine dewrê de.

 Lêkoler Linus Gustafsson jî di heman fikrî de ye:

– Ev kesên tundrew bi giştî ji meqamên resmî pir aciz in û nexasim li hemberî rêxistinên îstixbaratî rik û kîna wan heye. Loma gava kesekî ji Säpo bi wan re dikeve pêwendiyê de ev dikare têkder, kontraproduktîv be. Mirov belkî bi vî awayî wan radîkaltir dike û ji meqamên resmî dûr têxe.

Linus Gustafsson piştrast e ku tişta ji destê Säpo tê dike lê bi nêrîna wî pirsgirêk ew e ku tedbîrên astengkirinê yên herêmî nînin:

– Li hin dewletên din xebateke herêmî ya rêgirtinê tê dîtin. Weke nimûne xizmeta civakî – sosyal, rêxistinên dilxwaz yên etnîkî, dînî û hwd bi toreke dêûbavên kesên diçin re di nav pêwendiyê de ne. Lê heta niha em xebateke bi vî şêweyî li Swêdê nabînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".