Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îsraîlê Margot Wallström qebûl nekir

Hat weşandin torsdag 15 januari 2015 kl 15.28
Hemû civînên fermî hatin betalkirin
(5:59 min)
Margot Wallström. Wêne: Annika af Klercker/TT.
Wêne: Annika af Klercker/TT.

Îro diviya Wezîra Karûbarê Derve Margot Wallström biçûna Îsraîlê û beşdarî  semînereke bîranînê ya ji bo Raoul Wallenberg bibûya. Rêwitiya wê ji ber sebebên tengbûna demê hat rawestandin li gor UD, Wezareta Karûbarên Derve.

Lê li gor ku bernameya Ekot eşkere dike rawestandina rêwîtiya Margot Walströmê ne ji ber tûnebûna demê buye, ji bona Îsraî  ji serdana wê neraziye û nexwestine pêşwaziya wê bike ye. Eger Walström biçûna wir jî wê beşdarî tu civînên fermî nebûya ku ev yek jî dê ji bo Swêd gelek şerm bûna. Ew dibêje:

-Wezîra Karûbarê Derve dê beşdarî tu civînên fermî nebûya eger ew bihata vir. Tiştê ku swêdê kir, buyereke ji rêze der bû dibêje Emmanuel Nochshon ji wezareta Karûbarê derve ê Îsraîlê.

Ew teyîd jî dike ku dê Margot Wallströmê ne hevditîn bi Wezîrê Karûbarê Derve re û ne jî bi Serokwezîr re pêkbianiya eger ew di van rojan de biçûna Îsraîlê.

Ev tiştekî ne bi diziye ku Îsraîl naskirina Swêd a dewleta Flîstîn wek buyerek ne ji rêzê dibîne dibêje Emmanuel Nachshon.

 

Berpirsiyarê wî, Avigdor Lieberman ne Îran û ne jî Filîstîn, Rojavê Ewrûpaya wek provakator îlan kirine.

Di civîneke ji bo dîplomatên taybet de berê du hefteyan Liebarman  wek mînak gotibû ku awayê tevgera Swêd û Îrlandê  tawîzên li hember Almanya nazî ya li Muchen a di 1938 an dema ku Ewrûpayê Çekoslovakya bi tenê hişt tîne bîra mirovan.  

Wezîra Karûbarê derve Margot Wallström dîsa jî li ser îhtîmala ku ew biçe Îsraîlê difikirî herçend hemû civînin fermî hatibûn betalkirin jî.

Lê li gor ku Ekot eşkere dike wê demê dê serdana Margot Wallström wek seyhateke  şexsî ji aliyê Îsraîl ve bihata ditîn. Ev helwest jî dibû sebeb ku dê Îsraîl wek mînak ewlehiya pêwist ji bo Wallstömê  ku di dema beşdariya wê ya bîrnaîna Raoul wallenber ya li Tel Avîv negirta.

Dîplomatekî anonîm ê Îsraîlî berê hefteyekê ji rojnameya Jerusalem Post re gotibû ku ev nakokiya di navbera Swêd û Îsraîlê de dikare bi du awayan were çareser kirin:

Yan dê Swêd ji bo naskirina fermî a dewleta Filîstîn ji Îsraîd lêborînê buxwaze yan jê Swêd bibe xwedî hukumeteke nu.

Lê tu pilanê Swêdê ku ji Îsraîlê lêborîna xwe buxwaze tuneye û ji bo hukumetek nû jî hê sê sal û nîv mane.

Li Wezareta Karûbarê Derve, UD tê gotin ku dê Walstöm berbi buharê dema ku proseya hilbijartinê li Îsraîlê paş ket biçe. Lê Emmanuel Nachshon ji Wezareta Karûbarê Derve, vê yekê durê aqilan dibîne.

– Ew dibêje: Rê nepên û neyên Îsraîl heta ku Wezîra Karûbarê derveyê Swêdê were vir ji bo ku dê demek pir dûr û dirêj bigre.

Li ser van hemû beyanan jî Wezareta Karûbarê derveyê Swêdê sebeba neçûna Margot Walströmê ya Îsraîlê hilbijartina li wir nîşan dide.

Ji ber beşdarbûna civînekê ya bi serokê Afrîkayî, Abbas Mocambique re Margot Wallström nikaribû beşdarî bernameya Ekot bibe. Di şûna wê de ji encûmena wezîran Annika Söder bersiva pirsa, nexwastina pêşwazikirina Wezîrê Karûbarê Derveyê  Îsraîlê ya margot Walströmê çiqas tesîr li ser betalkirina serdana wê kiriye weha dide.

-Li gor min gelek girîn ge ku em vê buyerê gelek mezin û aloz nekin. Bi berjewendiya her kesî ye ku têkiliyên me yên dîplomatîk bi hev re baş bibin. Em rêz jî digrin ku niha li Îsraîlê hilbijartin heye û rewş li wir aloz e.

Roja duşemê bang li balyozê Îsraîlî ji alîyê Swêdê ve ji ber sebeba ku Îsraîl biryar daye ku serdana Margot Wallströmê wek rêwitiyek şexsî hesab bikin hat kirin.

Lê Annika Söder dibêje ku gelek ji van pirsan hatin nîqaş kirin ji bo ji serdanê û civînan re demek nû were diyar kirin.

 

-Ez naxwazim mijarê mezintir bikim û ji bo me tu sebeb tuneye ku mijarê bi hemû detayên emê hevkariaya xwe bi çi awayî berdewam bikin nîqaş bikim. Tiştê herî girîng ewe ku emê ji bo proseya aştî xebatê bikin û têkiliyên baş ji herdû aliyan ve deynin û vê yekê dema hukumeta nû di adarê de hat hilbijartin jî dewam bikin.

Li ser vê rewşa ne diyar û aloz ku bi awayekê tê vemirandin peyamnêra Radyoya Swêdê  Cecilia Uddén dibêje ku hukumeta nu ya Îsraîlê dê ji ya niha cûda nefikire.

Ew duxwaze bibêje ku li hemû Îsraîlê li hember naskirina dewletbuyîna Filîstin a Swêde têgihîştinek heye ku ev ne tiştekî ne normal e an jî dujminahiye ku Swêd kiriye heye. Ew weha deman dike:

-Mirov li Îsraîlê ji helwesta Swêd hinekî ditirse û hinekî jî nîgeran dibe ji ber Swêd çawa hêdî hêdî rolekî çêkirina hêza hevbeş li Ewrûpayê digre. Ji ber ku piştî Swêdê gelek parlemntoyên din deng dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".