Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Swêdê 38000 keçên sinetkirî hene

Hat weşandin fredag 16 januari 2015 kl 12.43
"zaroktiya xwe najîn"
(4:46 min)
Barn som skall bli omskärd. Foto: Scanpix
Foto: Scanpix

Li Swêdê derdorê 38 000 keç û jinên sinetkirî hene. 7 000 ji van keçan bin 18 salî re ne û piraniya wan berya ku werine Swêdê hatine sinetkirin. Van zanyariyan pêşdariyeke nû Rêvebiriya Civakî (Socialstyrelsen) nîşan dide.

- Tê bîra min wextê jina sinetnebî karê xwe qedand keçikên li wira qîj didan. Ew qîj û girî hêj li bîra min e, min nikariye ez ji bîra bikim.

Khadra Seerar ya bi eslê xwe somalî di 7 saliya xwe de digel komek qîzên din li Etopya hatiye sinet kirin. Gelek ji bîranînên serpêhatiya xwe wê termisandine lê qîj, girî û hawarên keçên pê re ku heman ameliyat li wan dihate kirin hêj li bîrê ne. Lê bi vê ameliyatê re wê ne tenê êş kişand. Vê ameliyatê herwiha dawî li zarokatiya wê anî:

– Ne ez lê gelek ji me hatine dirûtin û piştre êdî me nikarîbû em mîna berê bibezin, bi liv û tevger bin. Ji ber ku bi hereketan re dirûnê dikarîbû bifetiqe û mirov mecbûrî ameliyateke nû bibe.

Li welatên mîna Somalya, Etyopya û Erître sinetkirina keçan adeteke normal e. Heman adet li hin herêmên başûr û rojhilatê Kurdistanê jî heye. 

Khadra Seerar du salan piştî sinetkirinê, di neh saliya xwe de hate Swêdê. Ne li dibistan ne jî wekî din tu caran kesî pirsa sinetkirinê jê nekir û di tu axavtinan de sinetkirina keçan nebû mijar. Lê piştre gava pê hesiya ku tenha qîza ku di sinifê wê de sinetkiriye ew e, hîseke mîna ku hatibe xapandin pê re çêbû.

– Di destpêkê de min ji xwe re nekire mesele, lê sal bi sal bêhtir min fam kir… Belê, min fam kir ku ez hatime xapandin û bi rastî veciniqîm.. ji nû min fam kir ku ev eziyet ne beşek ji jiyanê bû û nehewcebû ez werime sinetkirin. 

Îcar ji bo zêdetir kes vê êşê nekişînin gereke zanyarî werine berfirehkirin, gereke xebatkarên li dibistan û nexweşxaneyan bêhtir behsa vê yekê bikin û xwe ji pirskirinê nevedin: 

– Berya her tiştî divê li ser were axivîn. Gereke heqê doktor û hemşîreyan hebe vê pirsê bikin. Pirskirin ne xelet, ne tabu ye. Peydakirina her keçeke ku di vî warî de pêwistî bi alîkariyê heye gelek e.

Sinetkirina keçan gelek caran êşeke fizîkî ya mayînde bi xwe re tîne. Tu nexweşiyên wiha fizîkî li Khadra Seerar bi xwe nedane, lê ji aliyê rûhî, derûnî ve tesîr lê bûye. Ew demeke dirêj ji dêûbavê xwe aciz bû ku ew sinet kiribûn, lê niha ew efû kirine:

– Ew jî ji aliyê xwe ve hinekî mecbûr bûn, ji ber ku her kesê derdora wan vê yekê dike, ev adeteke. Em li ser şitexilîne, em ji hev qeherîne û me hevdu efû kiriye. Ew bi xwe jî îro poşman in ku ez sinet kirime û em tev de di wê qenaetê de ne ku ev tiştekî şaş bû. Gereke nebûbaya, lê ji nezanî û cahiliyê ye. 

Niha keçeke Khadra ya yeksalî heye. Khadra wê her tiştî ji keça xwe re bêje, ji ber ku ev beşek ji tarîxa wê ye û hemû jinên xizm û ehlên wê hatine sinet kirin. Lê ew bi xwe tu caran wê keça xwe sinet neke û dibêje di nav ehlên me de tenha qîza nesinetkirî wê keça min be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".