Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayê pere ji bo dibistanan metodek baş e

Hat weşandin fredag 16 januari 2015 kl 15.46
Li 46 dibistanan ceza hatiye birîn
(4:22 min)
Skolinspektionen
Skolinspektionens hemsida.

Lêkolîna ku ji aliyê çavdêriya Dibistana ve hatiye kirin nîşan dide ku di sê salan de tu dibistanên şaredariyan an jî yên taybet  cezayê pereyan nedane ji ber ku nexwastine kêmasiyên ku hatine ditîn sererast bikin.

Yek ji sebeban ewe ku hinek rêveberên dibistanan  gilî dikin. Lê piraniya dibistanan kêmasiyên hatine ditîn sererast dikin dibêje berpirsiyara giştî Ann-Marie Begler.  Li gor wê biryara dayina cezayê pere metodek başe ji bona  mirov ji heq kêmasiyên ku li dibistanan heye derkeve û wan serrast bike. Ew dibêje:

 – Fikram min ewe, van salên ku me biryara cezayên pere kiriye dewrê metodek pir baş a zor dayinê buye. Li şaredariyan anjî li dibistananên taybet kes naxwaze li ser wan deynekê ceza hebe yanjî pereyan ji bo ceza xerc bikin, di şûna wê de zû bi zû kêmasiyên ku me destnîşan kirine çareser dikin.

Ji 1ê hezîrana 2011an ve çavdêriya Dibistanan di derbarê 49 dibistanên şaredaran û taybet de cezayê peran biriye ji ber sebeba ku kêmasiyên hatine ditîn tesîrê li pêşketin û perwerdeya şagirtan dike û ku dibistan kêm derfetan didin ji bo ku rê li ber rûment şikandin û tahdeya di navbera zarokan de li hev tê kirin bigrin werin çareser kirin.

Ji 49 dibistanan 28ê wan heta niha bi awayên cûda destpêkirine ku kêmasiyên xwe sererast bikin, û ewqas baş kirine ku çavdêriya dibistanê biryar daye ku lêpirsina di derbarê kêmasiyan de xelas bike.

10 ji van şaredar in û 18 jî dibistanên taybet in. Demek dirêj bû ku di sektora dibistande  li dij dayîna cezayê pere dihat derketin.

Di dawiya 1990 î de gelek caran Rêveberiya Dibistanan pêşniyar kir ku çawa Rêveberiya Karûbarên civakî dikare şaredariyan ji ber kêmasiyan ceza bike ew jî bikaribin heman metodê bikarbînin lê hukumeta sosyaldemokratan a wê demê got na.

2011 ji çavdêriya dibistanan re rê vebû ku metoda cezayên pere têkin meriyetê.

Bi guhertina salê re qanûna cezayê pere careke din di çav re dihat derbaskirin û şidandin. Û ev yek jî tê wateye ku wê cezayê pere zêdetir were bikaranîn li hember perwerdeya ku kêmasî tê de heye û tesîrek xerab li derfetên gihîştina armanca perwerdeya şagirtan dike. Ann Marie Begler dibêje ev yek tê wateya ku wê cezadayin zêde bibe.

Heta niha 49 dozên cezayên pere li 29ê wan dibistanên taybet û 24ê wan jî yên şaredaran hatine birîn. Hejmara giştî ya vê di navbera 200 000 û 1,5 milyon krone de ye li gor komşîrketên dibistana anjî şaredarî çiqas mezin in.

Cezayê  herî dawî ji bo şaredariya Sollefteå hatiye birîn, ji ber rexneyên cidîyên di derbarê  sinifên 8an perwerdeya ku mafê wan heye nabînin herçend ev yek berê jî ji aliyê çavdêriya dibistanê ve hatiye ditîn û rexne kirin jî.

Cezayê ku lê hatiye birîn 300 000 kron e. Heta niha tu dibistanan cezayê pere nedaye.

Herî kêm 16 ji dozên ku ceza hatiye birîn hatine îtiraz kirin û gilî hatiye kirin.

Carna dibistana rexneyên Çavdêriya Dibistanê di cih de nedîtine, carna jî fêmkirina çavdêriya dibistanê ya qanûna ceza hatiye rexne kirin.

Ann-Marie Begler hêvî dike gilî u dozên hatine vekirin zû werin bi dawî kirin.

–Îtirazkirinek dikare demek pir dirêj bigre û carna heta dozgeriya herî bilind jî biçe û ev yek dikare ji bo şagirtên ku di bin kêmasiyan de perwerde dibînin bibe pirsgirêkek mezin. Mîsal şagirt di hemû dersên pêwist de nikare perwerde bibîne, anjî ku dibistan piştgiriya pêwiste nikare bide şagirtên ku ji wan re alîkarî pêwiste. Loma daxwaziya min ewe ku proseya dadê hinek din zûtir kar bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".