Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sarah Sjöström xelata Jerrin stand

Hat weşandin tisdag 20 januari 2015 kl 11.05
Sarah Sjöström tar emot Jerringpriset på Idrottsgalan
Sarah Sjöström xelata xwe li Globenê stand. Foto Henrik Montgomery / TT

Xelata sporê ya Jerring ya 2014ê çû ji Sarah Sjöström re. 

Di 5ê tîrmehê pehlewaniya Ewrûpa ya li Berlînê de Sjöström di ajnêberiyê ango soba yan jî melevaniyê de rekora berya xwe şikandibû û du zêr standibûn.

Di pehlewaniya Ewrûpa de Sjöström herwiha 4 zîv jî bi dest xistibûn û bi vî awayî wê dîrok nivîsandibû, ji ber ku berya niha tu caran swêdiyekê di pehlewaniya Ewrûpa de bi yek carê ewqas medalî nestandine.

Xelata Jerring ku îsal çû ji Sjöström re li gor dengdayina xelkê Swêdê tê belav kirin. Salê carekê xelk dikarin rayên xwe bidin bê sporvanê salê yê ku ew herî zêde hez dikin kî ye.  Ajnêbera herî dawî ku ev xelat girtibû Therese Hammar bû. Di sala 2010ê de xelat çûbû ji wê re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".