Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hevkariya bakurî ya turîzmê

Hat weşandin tisdag 20 januari 2015 kl 16.38

Herêmên herî jor yên Swêd, Norvêc û Fînlanda ji bo ku bêhtir bala turîstan bikişînin gereke hevkariyê bikin. Ev pêşniyaza raporeke bi navê ”geşekirina ji bakur” e.

Rapor çendîn pêşniyazên geşekirina herêma bakurê Skandînavya pêşkêş dike. Herî zêde jî bal tê kişandin ser geşekirina turîzmê.

Wek nimûne pêşniyaz tê kirin ku geşt û seyranên pakêtî di bazarê de hebin, ango şîrketa turîzmê ji bo herêmên bakurî yên hêjayî dîtinê ji turîstan re roj bi roj bername hazir kiribin û bi rêberan wan bigerînin.

Kristina Persson wezîra turîzmê li ser hevkariyeke bi vî rengî vêya dibêje:

– Ji bo amerîkî yan çînîyekî ku tê vira ferq nake bê roj li vî alî yan wî alî tixûb e, loma mirov dikare di warê danasîn û reklaman de hevkariyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".