Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Pêşniyazên KD ji bo peydakirina xaniyan

Hat weşandin onsdag 21 januari 2015 kl 13.29
JESSICA GOW / TT
Göran Hägglund, serokê Demokratên Xiristiyan e. Photo: JESSICA GOW / TT.

Bi mebesta peydakirina xaniyan ji penaberên nûhatî re Demokratên Xiristiyan rêzek pêşniyaz pêşkêş dike. Yek ji pêşniyazên Demokratên Xiristiyan ew e ku alîkariya rojane ya penaberên ku bi xwe xanî hildibijêrin were birîn.

Serokê KD Göran Hägglund dibêje:

– Hin serêşiyên vê yekê hene, di ciyên teng de dimînin. Ev bêewleyiyê bi xwe re tîne û endîşeya bêmal man û barkirinê zêde dibe. Bi vê re jî pirsgirêkên tenduristî, dibistan û lênerîna zarokan derdikevin.

Di rojnameya îro ya DN de li ser peydakirina xaniyan gotareke Demokratên Xiristiyan hatibû weşandin û vê sibê Göran Hägglund derheqê heman mijarê de konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Hägglund dibêje bi qanûnên heyî ekseriyeta penaberên nûhatî li hin herêman kom dibin û gereke dabeşkirineke wekhevtir çêbibe, penaber herine hin şaredariyên din jî yên ku Daîreya Koçê destnîşan dike. Û Hägglund dibêje ew penaberên ku neçine van ciyan bila dewlet alîkariya rojane ji ser wan bibire. 

Pêşniyazeke din ya KD ew e ku xaniyên qalibî yên hazir werine bikaranîn. 

Pêşniyazên ku îro hatine eşkere kirin berdewama hin pêşniyazên berya çend heftiyan e. Derbarê penaberî û entegrasyonê de KD destpêka îsal dabû zanîn ku ew dixwaze destûra rûniştinê ya demkî bikeve dewrê de. Zû li belgeyên kesên ji welatên ewle tên were nêrîn û heqê cîbicîkirinê (etableringsersättning) were kêmkirin.

Rexne hene ku bi van pêşniyazan KD xwe nêzîkê xeta partiya nijadperest Demokratên Swêdê dike, lê Hägglund van rexneyan di qebûl nake :

- Nexêr, hedefên me ji hev cuda ne. Hedefa me ew e ku sîyaseta entegrasyonê heta mimkun be baştir bibe. Armanca me ya sereke ev e. Mirovên ku ji şer û zordariyê direvin em dixwazin li Swêd werine hewandin. Ev yek ji bo me girîng e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".