Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Erd şahîk e û berf dibare

Hat weşandin onsdag 21 januari 2015 kl 12.57
Snöröjning med traktor. Foto: Tor Erik Schrøder/TT.
Snöröjning med traktor. Foto: Tor Erik Schrøder/TT.

Hewa nexweş e, erd şahîk e û berf dibare. Loma hûn yên di riyan de yan jî ku îro-sibe dê bikevin rê de hay ji xwe hebin.

Tê çaverêkirin ku îro gelek berf were û ev dikare li gelek ciyan tesîrê li trafîkê bike, çûnûhatinan bi derengî bêxe. Enstîtuya Meteorolojiya Swêdê (SMHI) li herêmên Stockholm, Örebro, Östergotland, Sörmland û Västmanland hişyariya ”klass 1” îlan kiriye. 

Li Linköping û derdora wê jî polîs derketiye ser riyan û xelkê hişyar dike ku ew hay ji xwe hebin û hêdî bajon. 

Ji ber qezayeke mezin ku tê de îtfaîye, ambulans û du kamyon li hev ketine riya bi numreya 50 ya Örebro bi temamî hatiye girtin. Nayê zanîn bê kesek di vê qezayê de birîndar bûye yan na. 

Berfa niha ku dibare tê payin ku li derdora Stockholmê sibê jî dewam bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".