Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lövin dest bi karekî nû dike

Hat weşandin onsdag 21 januari 2015 kl 13.30
Isabella Lövin. Foto: TT
Isabella Lövin. Foto: TT

Rêxistina hevkariyê ya navneteweyî OECD wezîra alîkariyê Isabella Lövin wezîfedar kiriye da xebatên li hemberî şer û aloziyan li dewletên xizan bi rê ve bibe.

Weke seroka nû Lövin wê giraniyê bide ser wan dewletên feqîr ku kêmasiyên mezin di sîstema wan ya sîyasî û dadwerî/hiqûqî de heye.

Lövin dibêje armanc ew e ku li van dewletan dezgehên civakî yên girîng werine ava kirin da şer û pevçûn dernekevin.

 Ew dibêje:

– Mesele ne ew e ku mirov zêdetir pereyên alîkariyê bide van welatan. Em ê bi dewletên alîkariyê didin û distînin re di nav dan û standinê de bin û hewl bidin berê wan bidine yek hedefê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".