Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xetên înternet û telefonan têne baştir kirin

Hat weşandin onsdag 21 januari 2015 kl 13.53
En kvinna som surfar på Internet.
Foto: Damian Dovarganes/TT

Gelo tu ji xeta xwe ya telefonê nerazî yî, carna qet kar nake? Tu ne bi tenê yî. Di van du salên dawî de di xetên telefon û înternetê de gelek arîze derdikevin, lewra şertên li hemberî operatoran tê jidandin da ew van pirsgirêkan çareser bikin.

Li gor ku Dagens Nyheter dinivîse Rêvebiriya Telefon û Postê di xetên înternet û telefonê de bi sedan arîze tesbît kiriye. Hin ji van arîzeyan demeke dirêj dom kirine û heta mirov nikariyê hingî li hejmara acîl 112ê jî bigere.

Birêvebira projeyê li Rêvebiriya Telefon û Postê Anna Wibom dibêje divê operator karê xwe baştir bikin. Komunîkasyona elektronîkî îro ji bo mirovan pir girîng e, bêyî wê gelek kar nameşin, em ne dikarin çekên xwe razînin ne jî bi agahiyên girîng bihesin. Loma em vê çavdêriyê dikin.

Şertên jidandî tê wateya wek nimûne divê ji bo navendên girîng xet cotik bin da ku eger yek şewitî ya din bikeve dewrê û bikarhêner zerarê nebîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".