Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şîrfiroş alîkariya cotkaran dikin

Hat weşandin torsdag 22 januari 2015 kl 10.52
В Швеции снижают закупочные цены на молоко
Foto: Irina Makridova/ SR

Tedbîrên cezakirinê yên li hemberî Rûsya tesîreke xerab li cotkarên Swêdê dike. Îcar ji bo ku zerara cotkaran were telafî kirin û destekê bidine wan li hin cîyan şîrfiroşan kronek avêtine ser lîtreya şîr û vî kronî rasterast weke alîkarî didine cotkaran.

Lars Ocklind yê il bajarê Åre şîrfiroşek e:

– Ji bo qutîkek av xelk ewqas pere dide bê ku dengê xwe jî bikin. Herçend li bazarê av ji şîr bihatir e jî ew bi kêf û heyecan tê kirîn. Loma me biryar daye ku wek alîkariya cotkaran kronekî bavêjine ser pakêtên yek lîtreyî û vî kronî bişînin ji cotkaran re.

Ocklind radigihîne ku wan ev agahî li ser pakêtan jî nivîsandine û piştê bihakirinê firotin zêde bûye. Şîrfiroşên Norrtälje û Örebro jî didine zanîn ku ew ê bihayê şîr bilind bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".