Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

FP dadikeve SD radibe

Hat weşandin torsdag 22 januari 2015 kl 14.15
Mattias Karlsson pratar i riksdagen.
Di serokatiya Mattias Karlsson de jî rayên SD bilind dibin

Di rapirsîna yekem ya îsal ku Novus çêkiriye de ferqa navbera bendên siyasî kêmtir diyar e. Rayên hikûmetê digel Partiya Çep li ser hev % 41.7 û muxalefeta burjûva % 38.7 e.

Ji partiyên muxalefetê ya rayê wê herî zêde daketine Partiya Gel (Folkpartiet) e. Rayên wê niha %4.1 e. Tu caran berya niha Partiya Gel ewqas kêm xuya nekiriye. 

Berovajî Partiya Gel rayên Demokratên Swêdê (SD) gihane rekorên nû. Li gor rapirsiya vê meha çile piştgiriya ji bo SD %16.5 e.

Hêjayî gotinê ye ku ne hejmarên ji bo Partiya Gel ne jî Demokratên Swêdê neeshî ne. Tenê hejmara eshî ji rapirsiyê ew e ku rayên Însîyatîfa Femînîst bilind bûne û gihaye %2.2. 

Rapirsiya Novus di navbera 22ê kanûnê û 18ê çile de pêk hatiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".