Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xwe wek cihû girê da – hêk avêtinê

Hat weşandin torsdag 22 januari 2015 kl 15.38
Rabbi Shneur Kesselman (Foto: Anna K Eriksson / TT)

Rojnamevanên bernameya Uppdrag Granskning ya Televîzyona Swêdî heftiyekê xwe mîna cihû ango mûsewiyan girêdan û li nava bajarê Malmö geriyan.

Bi vê girêdana xwe ya berbiçav piraniya caran ew bi kêfxweşî hatine pêşwazî kirin, lê carna hinekan awir ji wan vedidan, sixêf dikirine wan yan jî diberdane wan. Deverên herî xerab jî hêrêmên derdora bajêr in. Li wan deveran ew têne hişyar kirin ku ji wira dûr kevin.

Ciyekî ku peyamnêr lê hatine hişyar kirin navenda Rosengård e ku bi taybetî ereb, gelek misilman lê dijîn. Rojnamevan bi roj pêrgî nêzîkbûneke şaş nayên, lê êvarê gava ciwan li hev kom dibin êdî reaksîyon tên. Rojnamevan têne aciz kirin û ew neçar dimînin bersiva pirsên li ser sîyaseta Îsraîlê bidin. Wextê rojnamevan hewl didin ji herêmê dûr kevin jî hin kes ji pencereyan hêkan tavêjine wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".