Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sverker Martin-Löf dev ji erka xwe berda

Hat weşandin torsdag 22 januari 2015 kl 15.19
Bi balafira șîrketê çû nêçîrê
(3:04 min)
Sverker Martin-Löf. Wêne: Bertil Ericson/TT
Sverker Martin-Löf. Wêne: Bertil Ericson/TT

herî bi navdar û bi desthilatî di bazara sananiya tîcareta Swêdê de, Server Martin-Löf dev ji karê xwe ber dide piștî ku ji aliyê rojnamevanê SVD ve di derbarê xeraba bikaranîna erka wî de tișt hatin eșkere kirin.

- Sverker Martin-Löf belkî yek ji kesekî ku herî bi hukum bû di Endustrî û bazirganiya swêdê de, ji ber ku di gelek rêvberiyên bilind û girîng yên șirketan de cih girtiye bi vî awayî sîstema heyî li dora xwe afirandiye. Tenê ji nișkave nebûna wî ya di nav van șîrketan de tiștekî nedîtiye.

Vê yekê Torbjörn Isacson ku li rojnameya Svenska Dagbladet rojnamevane dibêje. Wî li ser karê Sverker Martin-Löf lêkolîn kir û di encamê de gelek tișên ku bûn sebeba  dev ji kare xwe berdana Sverker Martin-Löf hatin eșkere kirin. Dihat payîn ku ev yek derentir rû bide lê Matin-Löf biryara dev ji erkên xwe bredanê zûtir da.

Sverker Martin-Löf serokê cihana Endustiriyê bû ku yek ji șîrketên  herî mezin a sermeyedariyê ye li Skandînavyayê. Ew serokê, șîrketa bi navê SCA- ku karê çêkirina kaxiz û deramanên hîjên di asta cîhanê dike û di komșîrketên SSAB ku polaya xam çêdike, xeynî van çend șîrketên ku me bi nav kirin  jî serokatiya gelek șîrketên din dikir. Tenê di șîrketa SSAB de nêzîkî 9 000 kes kar dikin.

Rojnameya Svenska Dagbladet û malpera bi navê N360 dikaribû eșkere bike ku gelek kesên di ciyên bilinde bi balafirên taybet ên șîrketa SCA yê rêwitî kirine. Mînak bi van balafiran seyhatên ji nêçîrê hatine kirin. Sverker Martin-Löf gelek caran ev balafir ji bo seyhatên xwe û malbata xwe jî bikar anîne.

Wekî din jî tê eșkere kirin ku destê kurê Martin-Löfs di bazara milyariya ku șîrketa SCA kiriye de jî heye.

Eșkerekirinên hatine kirin nîșan dide ku çawa komek kesên di Endustrî û bazirganiya welêt de ji hev û din re cih çêkirine ku xwe di pozîsyonên girîn ên șîrketên ku tê bahskirin de de cih girtine. Li ser vê Rojnamevan Torbjörn Isacson weha dibêje:

- Du -sê kesin ku bi hev re ji xwe re  desthilatiyek çêkirine ku bikaribin hertiștî li gor dilê xwe birê ve bibin. Dema ku kesê sereke yanê Sverker Martin-Löf ji navberê derkeve wê valahiyek çêbe ji ber ku niha kes amade nîne vê pozîsyonê bigre. Eger mirov demkurtî bifikire wê di nav șîketan de hevlîheviyek çêbe. Lê ku mirov bi demdirêjî bifikire, ji bo van șîrketên ku demek dirêje ev çanda ne baș hatiye bi cih kirin bi demêre ji holê rabe. Loma bi baweriya min di pêșerojê de ji bo hemû șîrketan tiștekî baș e ku guhertinek tê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".