Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Stefan Löfven balyozê NY yê wekheviyê ye

Hat weşandin fredag 23 januari 2015 kl 14.20
Stefan Löfven li Uppslayê. Wêne: Stefan Hesserud Perssson/Radyoya Swêdê.
Stefan Löfven li Uppslayê. Wêne: Stefan Hesserud Perssson/Radyoya Swêdê.

Serok Wezî, Stefan Löfven wek ”World Impact Leader” yanê bi fermî wek balyozê kampanya ya wekheviyê ji aliyê FN, Neteweyên Yekgirtî ve hat hilbijartin.

Ev yek ket rojevê piștî ku lîstikvana jin Emma Watsons di îlonê de li Yekitiya Neteweyan axaftina balkêș kir û bal kișand ser wê ku divê mêr jî di mijarên ku pêwendî bi wekheviya jin û mêran heye de  çalakbin. Ev axaftin bi taybet di çarçoveya kampanyaya bi navê ”Hi for she” ya ji bo wekheviya jin û mêr de hat kirin.

Emma Watssons li Swîsreyê di konferansek çapemeniyê de got ku em niha quweta vê kampanya yê û bandora ku li komele, șîrket û zanîngehan dike û ku hemû  bi awayekî çalak beșdar bibin baș dibînin.

Stefan Löfven jî li wê konferamsê amade bû. Û pișt re got ku pirsa wekheviyê pirsa sereke ya pêșketina hemû siyasetê ye û divê ev yek di navenda hemû kar û hukumetan de cih bigre.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".