Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Rojeva heftiyê

"Ne alîkariyê ceza bidine Daişiyên vedigerin"

Hat weşandin fredag 23 januari 2015 kl 15.15
Rojeva kurdên Swêdê di heftiya 4ê de.
(9:03 min)
Isis om slavmarknad

Rojeva kurdên Swêdê di vê heftiyê de gotinên şaredariya Örebro, şerê bi Daişê re û Şengal bû. Û van rojan çendîn çalakiyên kurdan têne li dar xistin.

Ji niha û pê de heftiyê rojekê sohbeteke me wê li ser rojeva kurd ya li Swêdê be.

Di bernameyên xwe de em piranî behsa pirsên giştî ku tesîrê li ser civaka Swêdê dikin. Weke nimûne pirsa kar, xanî, zarok, xwendin û dibistan, serêşiyên siyasî û hwd. Yanî em hewl didin wêneyekî rojeva Swêdê bi kurdî bidin.

Îcar di vê bernameya taybet ku em ê rojê înan biweşînin de em ê bêhtir li ser dengûbasên gerim ku di nav kurdên Swêd de di nav heftiyê de hatine kirin rawestin. Bê axavtin û gotûbêjên kurdên vira li ser çi bûne.

Mijarên xwe hem ji gotûbêjên ser înternetê, hem jî civatên rojane ku em dibine şahid em ê hilbijêrin. 

Wekî din her heftî hin çalakiyên kurdan hene, ji şev, xwepêşandan û meşa bigre heta bi semîner û konferansan. Em ê hewl bidin di vê sohbetê de behsa çalakiyên ku wê bêne li dar xistin jî bikin. 

Lewra ji niha de em dikarin ji guhdarên xwe re bêjin ku eger hin pilanên wan yên çalakî aktîvîteyan hene dikarin , bi riya facebook, twitter, mail yan telefonê me agahdar bikin.

Mijarên gerim di nav kurdên Swêd de:

  • Gotinên birêvebirên şaredariya Örebro ku destê alîkariyê dirêjî kesên berê gihane Daişê bikin.

  • Şerê li hemberî Daişê yê li başûr û rojavayê Kurdistanê

  • Gotûbêjên li ser Şengalê û sîstema kantonî 

Çalakiyên kurdan

  • Du ahengên cuda li Solna û Märsta ji bo 2ê rêbendanê, salvegera damezirandina Komara Kurdistanê

  • Îro êvarê galayeke piştgiriyê ya biçûk ji bo Kobanî û Rojava heye. Ciyê galayaê Kafé Marx ya li Stockholmê ye.

  • Roja çarşemê li Rinkeby dîsa ji bo Kobanî û Şengalê turneyeke futbolê di bin navê Qupaya Mezopotamya de tê li dar xistin. Nêzîkê 16 taximên futbolê yên herêmî wê beşdar bibin.

  • Konferansa ku wê li ser kantonên Rojava çêbûbaya hatiye taloqkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".