Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Hilbijartina Yûnanîstan tarîxî ye

Hat weşandin måndag 26 januari 2015 kl 13.07
"Kreikkalaiset ovat tehneet historiaa" sanoi Kreikan parlamenttivaalit voittaneen Syriza-puolueen johtaja Alexis Tsipras. AP Photo/Petros Giannakouris.
Serokê Syriza Alexis Tsipras. AP Photo/Petros Giannakouris.

Di hilbijartinên Yûnanîstan de partiya çep Syriza bi ser ket. Ev serkeftineke tarîxî ye, ji ber ku tu caran berya niha nehatiye dîtin ku li Ewrûpa partiyeke sade çep di hilbijartinên demokratîk de serkeftineke bi vî rengî bi dest bêxe.

Serokê Partiya Çep ya Swêdê Jonas Sjöstedt ji bo desteka Syriza li Yûnanîstanê bû:

– Helbet ez kêfxweş im. Di hilbijartinên Ewrûpa de serkeftina partiyeke çep bi vî rengî nehatiye dîtin. Di heman demê de ez dibînim bê çi dijwarî û zehmetiyên mezin li pêşiya wan hene. Hemû cure problemên bêne bîra mirov li cem wan hene û divê çare werine peyda kirin.

Belê ev gotinên serokê Partiya Çep ya Swêdê Jonas Sjöstedt in ku ji bo piştgiriya Syriza di kampanya hilbijartinê de li Yûnanîstanê bû.

Hilbijartina Yûnanîstanê ya duh tarîxî ye, ji ber ku tu caran berya niha nehatiye dîtin ku partiyeke sade çep li Ewrûpa di hilbijartinên demokratîk de serkeftineke bi vî rengî bi dest bêxe. Lê mîna ku Sjöstedt jî balê dikişîne ser ev serkeftin di demeke pir dijwar de ye. Van çend salên dawî aboriya Yûnanîstanê rûxiyaye û tenê bi xêra deynan wê dikariye li ser pîyan bimîne. Nexasim ji dewletên YE bi mîlyaran deyn standiye da aborî bi tevahî ji hev nekeve. Û bedelê deynan jî bûye jidandina kemerên aboriyê, reformên dijwar û xizaniya şêniyên welêt. 

Îcar biserketina partiyeke ewqas çep li cem hin serokên ewrûpî dibe sebeba endîşeyê. Weke nimûne serokwezîrê Brîtanya David Cameron behsa bêewleyîbûna aboriya ewrûpa dike.

Heçî wezîra aboriyê ya Swêdê Magdalena Andersson e ew dibêje xerabbûna aboriyê li Ewrûpa tesîreke xerab li Swêdê jî bike bes xuya ye ew ne di fikrê Cameron de ye.  

– Eger geşebûna Ewrûpa lawaztir bibe, ev wê tesîrê li Swêdê jî bike, ji ber ku bazara me ya îxracatê ya herî mezin Ewrûpa ye. Eger li Ewrûpa rewş xerabtir bibe, ev wê tesîra xwe bide Swêdê jî. 

Lê Magdalena Andersson di heman demê de dibêje halê hazir aboriya Ewrûpa ji berya çend salan baştir e û radigihîne ku ew xetera berê nemaye.

Jonas Sjöstedt dibêje ji bo ku ekonomiya Yûnanîstan cardin rabe ser pîyan pêwistî bi jêbirina deynên dewletê heye û ev daxwaza nehiştina deynan yek ji hedefên Syriza jî ye.

--Ez hêvîdar im YE şensekî bide Yûnanîstanê û divê mirov fêm bike ku wiha nameşe. Mirov dikare wisa nîşan bide wek ku bikaribe deynan gişt paşde bide tev bigere, bi berdewamî kemeran bijidîne û belengaziya mirov tê de dijwartir bibe. Alternatîveke din jî ew e mirov bêje lazim e em tiştekî bikin da bi qasî îmkanên xwe ew deynan paşde bidin, û bi min ev riya mantiq e.

Sjöstedt herwiha bi bîr tîne ku piştî şerê cîhanê yê duyem di salên 1950 de Yûnanîstan û Swêdê dixwestin Almanya rabe ser xwe û lewra deynên Almanya hingî jêbiribûn. Yanî ev ne tiştekî yekem car tê xwestin yan kirin e. 

Deynê li Yûnanîstanê gelekî zêde ye. Ew ji %170 hatiniya neteweyî ya nesafî ya vê dewletê ye, ango hemû berhemdariya sal û nîvê ye. Wezîra Aboriyê ya Swêdê balê dikişîne ser vê meblexa mezin lê dibêje ji ber ku pereyên Swêd bi xwe ne ewro ne tesîra li Swêd wê gelekî  nemezin be. Bi nêrîna wê dewletên herî zêde elaqedar yên pereyên ewro bi kar tînine, bê ew ê deynê Yûnanîstanê daxînin yan jî ji ser rakin yan na.

– Ev di navbera dewletên Ewro bi kar tînin û hikûmeta yûnanîstanê de dibe mijara behsê. Meseleya wan dewletan e bê ew ê deyn ji ser Yûnanîstanê rakin û eger bikin bê wê bi çi awayî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".