Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikumet mecbûre Xerca Karderiyê daxe

Hat weşandin tisdag 27 januari 2015 kl 11.04
Alîans, Hikumet û Demokratên Swêdê. Wêne: TT
Alîans, Hikumet û Demokratên Swêdê. Wêne: TT

Hikumet mecbûre Xerca Karderiyê daxe lê wê piștî çend mehan dîsa bilind bike.

Hikumet niha pêșniyara ku xerca kardêriya ciwanên di bin 23 Sali re ne were daxistin dike, vê yekê di heqîqetê de qet naxwazin bikin lê mecbûrin bi cîh binîn ji bo di Noelê de butçeya Alîansê di meclisê de bi rêya ku Demokratên Swêdê dengê xwe dan hat erê kirin.

Lê ji bo hukumet di bingehê de li hember pêșniyara daxistina vê mesrefê ye wê ev yek tenê 3 mehan di meriyetê de bimîne û pișt re duxwazin xerca  kardêran a ji bo ciwanan dîsa  bilind bikin.

Daxistina vê mesrefê wê herî zû di 1ê adarê de bibe, yanê çar meh pistî ku meclîsê ev yek erê kiribû.

Herî dereng di meha tebaxê de tê payîn ku hikumet vê mesrefê careke din bilind bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".