Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêwistiya pîran bi alîkariya depresyonê heye

Hat weşandin tisdag 27 januari 2015 kl 11.17
Wêne-montage: P4 Dalarna.
Wêne-montage: P4 Dalarna.

Gelek kesên bi temenê mezin ji ber depresyonê alîkarî ji beșa lênêrînê nagrin. Vê yekê lêkolînek ku Amadekirina Lêkolîna Çavderiya Dewletî ku ji aliyê hukumetê ve hatiye wezîfedar kirin eșkere dike.

Ev lêkolîna ji aliyê Çavderiya Dewletî ve tê kirin herçend mirov berê jî dizane ku ji deh kesan yekê bi ser 65 salî re di depresyonê dene jî. Sebeba ku kêmasî di xizmeta lênêrîna nexweșxaneyan de heye ewe ku gelek dermanên ku ji nexweșan re tên nivîsîn li wan nayên yan jî xelet in. Dermanên antîdepresîv ên ji bo ciwanan gelek tesîrek kêm dike anjî qet tesîr li kesên bi temen nake.

Sebebek din jî nêzîkatiya pîrbuyinê ye. Yanê westabûn û halê xemokî bi temen re ji xwe li mirovan peyde dibe, û loma jî kes dawa alîkariyê nakin.

Gerhard Andersson Profesore û yek ji pisporên li pișt vê lêkolînê ye.

- Tiștên ku bi jiyanê re bi mere çêdibin divê em ji hev cûda bikin, xemgînî û wenda kirina kesan ku heta dighîje û dibe nexweșî û ji wê zêdetir.

Û ez bawer dikim ku vê yekê gelek kes dikarin fêm bikin. Ferq heye di navbera ku miorv hinekî xemgîn be lê heq ji iyanê were der, li hember ku mirov qet nikaribe heq ji jiyanê li gor berê were der.))

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".