Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Saga Becker di dîroka xelata Guldbagge de yekem e

Hat weşandin tisdag 27 januari 2015 kl 15.41
Saga Becker bi xelata Guldbagge. Wêne: Björn Jansson/Radyoya Swêdê.
1 av 2
Saga Becker bi xelata Guldbagge. Wêne: Björn Jansson/Radyoya Swêdê.
Ruben Östlund û Roy Andersson. Wêne: Björn Jansson/Radyoya Swêdê.
2 av 2
Ruben Östlund û Roy Andersson. Wêne: Björn Jansson/Radyoya Swêdê.

Lîstikvan Saga Becker di pêșbirkêya belavkirina xelata bi navê Guldbagge de xelata  baștirîn rolê sereke qecend kir û ew di heman demê de di dîroka de bû yekemîn mirova trans ku ev xelata giranbuhaya sînemayê girtiye.

Di axaftina xwe de wê bal kișan ser ku ev xelat ji bo transên Swêd tê çi wateyê.

Wekî din jî herî zêde derhêner  Ruben Östlund di galaya Sînemaya îsal de xelatên girîng girtin. Bi 6 xelatên Guldbagge filmê bi navê ”turîst” di dîroka xelata Guldbagge de bû filmê ku herî zêde xelat girtine.

Vî filîmê xelatên wek derhêneriya herî baș, senaryo ya herî baș û filîmê herî baș girtin.

Di destpêka galaya Gulbagge de Rubên Östlund bi Derhênerî mezin ê Swêdî  Roy Andersson re li ser xelata derhênriya herî baș ketin îdîayê. Pistî ku Filmê Turîst hemû xelat girtin Roy Andrsson jî bû 10 000 kron deyndarê Ruben Östlund.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".