Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Du kesên Efxanî hatine desteserkirin

Hat weşandin onsdag 28 januari 2015 kl 09.47
Wêne: Åsa Stöckel/Sveriges Radio
Wêne: Åsa Stöckel/Sveriges Radio

Efxanî ji bernameya ekot re got ku wan du kesên  xwestine li hember șîrketek biyanî êripëk binîn girtine ku endamên heman koma îslamî ne ku kuștina Nils Horner girtibûn ser xwe. Kesên hatine girtin têkiliya wan bi kuștina Nils Horner re nîne.

Îro berê nucyek belav bû ku serokê koma îslamî ya ku kuștina rojnamevanê Swêdî Nils Horner girtibûn ser xwe hatiye desteser kirin.

 

Nils Horner rojnamevanekî Swêdî yê Radyoya Swêdê bû. Ew him hemwealatê swêd ü him jî br^tanya bû. Ew dema li Qabûl, Efxanistan ji aliyê du kesen nenas ve di 11 adarê 2014an de hat kuștin 51 salî bû.

Koma îslamiya ku bi navê Eniya Fedaî,  ango  Fidai Mohaz tên naskirin berê kuștina Rêveberê herêma Logar jî girtibûn ser xwe.

Peywendiya endamên komê bi Talîbanan re heye. Wan îdia dikir ku Nîls Horner ji bo Rêxistina Îstixbaratiya Brîtanya sîxurî dikir.

Nils Horner nava rojê, vekirî, li kolaneke navenda Qabûl dema ku di derbarê hilbijartina sala par a li Efxanistanê de nûç radigihandin ji serê xwe de bi gulle hat kuștin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".