Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Êrișên li ser Mizgeftan di 2014 zêde bûne

Hat weşandin onsdag 28 januari 2015 kl 15.41
Wêne: Pontus Stenberg
Wêne: Pontus Stenberg

Êrișa li ser mizgeftan û ciyên taybet ên ji bo koman bi yek carî di van salên dawî de  zêde bûne. Ev yek li gor bernameya Uppdrag Granskning a Televîzyona Swêdê. Sala par herî kêm 20 êriș pêk hatin.

327 tawanên nefretê bi tirsa li hember îslamê li Swêdê gilî hatin kirin, li gor sala 2009 ku ev yek 194 bû. Ev tê wateya êrîșên bi vî rengî ji sedî 69 bilind bûne. BRÅ, Dezgeya Pêșîlêgirtina Tawanan vê yekê di rapora xwe ya salane ya Rapora Tawanên Nefretê belav dike.

Tawanên nefretê ku li Swêdê normalin piranî li hember muslimanên swêdî bi awayê tehdît kirin anjî eciz kirinê rû didin. Tawanê di rêjeya 2emîn de cîh digre jî nefreta li hember komên gelan e.

Bernameya Uppdrag Granskning a li ser tirsa li hember îslamê dê îșev seat di 20.00 an de di tevîzyona Swêdî de were weșandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".