Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Weaza îslamî hat rawestandin

Hat weşandin fredag 30 januari 2015 kl 11.06
Dê Haitham Al-Haddadê ji bo Ciwanên Misliman ên Märstayê semîner bidana lê șaredariyê ev yek ha rawestandin. Wêne: Markus Landén/Radyoya Swêdd
Dê Haitham Al-Haddadê ji bo Ciwanên Misliman ên Märstayê semîner bidana lê șaredariyê ev yek da rawestandin. Wêne: Markus Landén/Radyoya Swêdê

ên Märstayê û rêveberên malpera Îslamguidens.com wê roja șemiyê semînerek di bin navê ”mislimanên li rojavayê cîhanê” li Arlandagymnasiet li Märstayê li dar bixistanan.

Șaredariya Sigtuna vê yekê dide sekinandin ji ber ku kesê serekeyê ku dê li wir weaz bidana Haitham Al-Haddadê ku wek kesekî radîkal tê ditîn bû.

Haitham Al-Haddadê îngilîz û filîstîniyê ku wê ders bina ji aliyê gelek kesan ve wek weazdarê nefretê tê binavkirin.


Xeynî ku ew sengsarê, yanê bi kevir avitinê kuștina kesan diparêze, bawermendîkî gelek hișk ê șerîata îslamî ye. Wî axaftinên antîsemîtîst kirine û kesên ku homoseksuelin jî wek krîmînel û tawankar bi nav kirine.

Ciwanên Mislimanên Märstayê, ji rexistina Sveriges Unga Muslimer, komrêxistina Ciwanên Mislimanên Swêdê hatine derxistin. Rashîd Musa li wir serok e. Ew dibêje:

- Endamên me bûn lê me biryar da ku emdametiya wan bidin seknandin, loma ew êdî li ser me nayên hesêb.

Siyasetek meya gelek zelal a komeleyê heye, her komeleya ku emdamê me ne mecbûrê li gor vê tevbigerin, eger kesekî biyanî ji bo dersdayinê tê dawet kirin divê ev yek berê bi rêveberiya federasyonê re were șêwirîn. Lê wan ev yek nekiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".