Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dora Xaniyan li Stockholmê dirêjtir dibe

Hat weşandin fredag 30 januari 2015 kl 11.22
Stockholm ji hewa de. Wêne: Claudio Bresciani/TT
Stockholm ji hewa de. Wêne: Claudio Bresciani/TT

Dora xaniyan a li Stockholmê bi berdewamî mezintir dibe. Tenê sala derbasbuyî dora Daîreya Peydekirina Xaniyan bi 41.000 kesan zêdetir bû. 

Vê yekî rojnameya SvD Näringsliv dinivîse.

Dora xanî ji bo herêma Norrmalmê niha 20 sal e, li gor 2006 duqat buye. Ji bo hemû nava bajêr 13 sal e, dîsa li go sala par dor bi 15 mehan dirêjtir buye.

Yek ji șîroveyan ku çima dor ewqas dirêj buye jî ewe ku sala par, di 2014 an de Daîra Peydakirina Xanî a Stockholmê sê dorên xaniyan ji șîrketên xaniyan girtin. Dora xaniyan a Daîreya peydekirina Xaniyan a Stockholmê hemû Stockholm, Uppsala û Nyköpingê dihewîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".