Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

2000 hemșîre kêmin, ewlehiya nexweșan tune

Hat weşandin måndag 2 februari 2015 kl 11.11
Hemșîre. Wêneyê arșîvê: Bertil Ericson/TT
Wêneyê arșîvê: Bertil Ericson/TT

Nêzîkî 2 000 hemșîre li bêșên acîl ên nexweșxaneyan kêm in, vê yekê lêkolînek ku rojnameya Svenska Dagbladet kiriye eșkere dike.

Kêmbûna hemșîreyan buye sebeb li ciyên ku 900 nexeș dikaribûn werin derman kirin mecbûr hatine girtin.

Sendîqaya Federasyona Tedawiyê dibêje ku kêmbûna hemșîreyan sebeba vê yekê ye û Wezîrê Lênêrîna Nexweșan Gabriel Wikström ji Svenska Dagbladet re dibêje, divê șertên karkirina hemșîreyan di çav re werin derbaskirin.

Di heman demê de karmendên lenêrîna nexweșan û jîngeha ciyê karê wan her ku diçe xerabtir dibe û di ewlehiya nexwșan de kêmasiyên pir mezin hene, li gor pirsnameyên ku Șaredariyan Meclîsên Wîlayetan ji bo hemû Wîlayetên welêt șandine. Vê yekê televîzyona Swêdê, SVT îro radigihîne.

Xebatkar bersîva 19 ji 21 pirsên Meclîsa Wîlayetan dide ku zexta kar pir zêdeye û ku xebatkar jî gelek kêm in.

Nina Fållbäck-Svensson Rêvebira lênêrîna nexweșan e li herêma Jämtland û Härjedalen ku herî bersivên xerab dane pirsnameya bi nêta lêkolînê hatiye șandin.

Ew dibêje, rewșek me ya pir xerab a aboriyê heye û ev yek jî rewșê hê xerab tir dike. Her kesê ku kar dike herdem di bin zextek giran de ye.

Svenska Dagbladet hefteya derbasbuyî jî rapor kiribû ku gelek nexweșxane alarma qrîza ku ew êdî nikarin li gor pêwist li nexweșan binêrin didin û nexweșan tên cem wan mecbûr birê dikin nexweșxaneyên din.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".