Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Parsekiya ji dewletên Ewrûpa

Hat weşandin måndag 2 februari 2015 kl 14.29
Parsekiya welatiyên ji YE
(5:03 min)
Martin Valfridsson, nationell samordnare för tiggeri. Foto: TT
Martin Valfridsson. Foto: TT

Hikûmetê ji bo xizan û feqîrên ji dewletên YE têne Swêdê koordînatorekî neteweyî wezîfedar kiriye. Navê koordînatorê nû Martin Valfridsson e. Valfridson dibêje ji bo bidestxistina encameke baş di karê xwe de ew ê danûstandinên bi beledî û rêxistinên îdeel re xurttir bike.

Lê Valfridson herwiha dê hewl bide hevkariyê bi rêxistinên herêmî yên dewletên ku xizan jê tên, weke nimûne Romanya re jî bike:

– Guhertina qanûnan, guhertina rêxistiniyê, yan jî avakirina meqamên nû halê hazir di rojeva me de nîne. Tişta em giraniya xwe didinê ew e bê îmkanên heyî em ê çawa karibin baştir bi kar bînin. 

Belê, Martin Valfridsson dibêje ew ê alîkariyê bidine şaredariyan da di pêwendî û alîkarîdayina van welatan de biryarên rast bigirin. 

Ji hin welatên mîna Romanya pir feqîr û xizan têne Swêdê û gelek ji wan li vira li kuçe û kolanan destên xwe vedikin û parsê dikin. Hejmarek mezin ji van kesên tên romanî ango qereçî ne. Îcar gelo koordînatorê neteweyî Martin Valfridsson di asta Swêd û YE de li ser qereçiyan çi zane? Ango ew çende şarezayê wezîfeya xwe ya nû ye?

– Belkî ji welatiyekî rêzê tozek bêhtir zanyariyên min hebin, lê ya rastî ez ne pispor im. Lewra ez hêvîdar im em bikaribin bi rêxistinên qereçî yên li Swêdê re hevkariyeke baş deynin. Û ez ê hevkariyê bi serokê Komîsyona antîzîganîzmê Thomas Hammarberg re bikim. Yanî ji bo wergirtina encameke baş ez ê bi gelek aliyan re kar bikim. 

Berya çend rojan wezîra Romanya ya wezîfedara heman pirsê Rovana Plumb hatibû Stockholmê da ku li ser parsekiya li kolanên Swêdê bi hempîşeyê xwe yê vira re bide û bistîne.

Martin Valfridson dibêje eger mirov dixwaze encameke baş ji van têkiliyan derîne divê mirov cudahiyên navbera herdu welatan berbiçav bigre.

– Atmosfera sîyasî ya li Swêd û Romanya ji hev pir cuda ye. Ew tiştên em li vir dikarin behs bikin, siyasetvanekî wira nikare bîne rojevê û hin gotinên wir li Swêdê nayêne kirin. Ku em bixwazibin hin gavên erênî werine avêtin divê em vê cudahiya siyasî fam bikin û bibînîn bê çi îmkanên liv û tevgerê hene. Eger mirov hewl bide hevdu fam bike encamên baştir dikarin werine bi dest xistin. 

Martin Valfridson berê di wezareta dadê de sekreteriya dewletê kiriye. Niha bi wezîfeya xwe ya nû ew ê hewl bide ji kesên têne Swêdê û parsektiyê dikin re hin çareyan bibîne û wan pêşniyazî hikûmetê bike.

Lê Valfridsson dibêje di nav pêşniyazên wî de astengkirina îmkana çûûhatinê wê nebe. 

--Hin prensîbên me yên ku wê neyêne guhertin hene. Çûnûhatina serbest ya di nav dewletên YE de bingehê hevkariyeke baş ya yekîtiyê ye. Em naxwazin vêya biguherin û ez ê tu pêşniyazên guhertina vî prensîbî nekim. Baweriya min bi qedexekirina parsektiyê jî nayê. Her gava em bavêjin divê di çarçoveya mafê mirovan de be. Ez dizanim ku bi girtina van prensîban weke bingeh meydana tevgerê teng dimîne û peydakirina çareyan zehmet dibe, lê ez soza hewldaneke ji dil didim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".